MEBYA-DER û HDP'î serdana goran kirin 2020-05-21 20:56:58   WAN - Li Wanê MEBYA-DER û HDP'iyan serdana goran kirin.    Serdanên piştevaniyê yên ji bo malbatên ku di demê dawî de gorên zarokên wan ên HPG'î tên texrîbkirin û xerakirin didomin. Li Wanê Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û HDP'a bajêr serdana goristanên li Taxa Suphan û Rêya Armûşê ne kirin.