Keça Ozkanê girtî: Bila emrê xwe yê mayî li cem me derbas bike 2020-05-22 09:08:26 AMED - Selma Ozkan keça Mehmet Emîn Ozkan 82 salî û 24 sal in girtiye got: “Ez bang her kesî dikim ku ji bo girtiyên nexweş û temenmezin zû tiştekî bikin. Ji ber ku sibê ji bo wan dereng e.” Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin, di 22'yê Cotmeha 1993'yan de li Licê ya Amedê hatibû kuştin. Bi îdiaya ku tiliya wî di kuştina Aydin de heye Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 82 salî jî 24 sal in girtiye. Aydin ê nexweş heya niha li 7 girtîgehan maye û niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye. Ew û kurê xwe Ahmet Ozkan di heman qawîşê de ne. Çendî ku Ozkan nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike jî dîsa nayê berdan. Keça wî Selma Ozkan der barê rewşa dawî ya bavê xwe de axivî.    BÛYE 35 KÎLO    Ozkan, diyar kir ku nikarin êdî bi bavê xwe re biaxivin û got, roja hevdîtina bi telefonê birayê wê bavê wê tîne cihê telefonê. Ozkan, anî ziman ku guhên bavê wê giran bûne û dengê wan naçe wî û got: "Hişê wî ji serî çûye û deng jî naçê. Em ji birayê min dipirsin ka rewşa wî çawa ye? Ji ber ku nexweşiyên wî pir in, hefteyê sê rojan dibirin nexweşxaneyê. Êdî nabin nexweşxaneyê jî. Nexweşiyên wî yên dil, tansiyon, guatir a bi jehr, helîna hestiyan, nexweşiyên rûvî û gurçikan, pirsgirêkên dîtin û bihîstinê û hişwindakirin hene. Kîloya wî heta 35 kîloyan ketiye. Ji ber ku serê wî diwerime mecbûrî bi ava sar serê wî dişon.”   ‘BILA EMRÊ MAYÎ BI ME RE DERBAS BIKE’   Ozkan, da zanîn ku bavê wê çar caran qeyrana dil derbas kiriye û anjiyo bûye û divê bypass bibe lê belê bijîşk ji ber xetereya ku dibe nikaribe li ber emeliyatê deyax bike wî emeliyat nakin. Ozkan, got: "Niha stend xistine demarên wî. Di zindanê de nexweş pir in. Mirovekî 82 salî û 24 sal in di girtîgehê de dê rewşa wî çawa be? Dema telefona min lê dixe ditirsim dibêm ‘ka xebera mirina bavê min hat’ rojên ku dereng telefonê dike em dibêjin tiştek lê hatiye loma negeriyaye. Ji xwe emrê wî çûye, em dixwazin emrê xwe yê mayî bila bi me re derbas bike. Bila girtiyên nexweş werin berdan.”   ‘EM BERDIN WÊ BIREVE’   Ozkan, bibîr xist ku rapora nikare di girtîgehê de bimîne ya bavê wê hebû, lê paşê rapora wî hatiye guherandin. Ozkan, destnîşan kir ku ji bo bavê wê bê berdan gelek caran serlêdan kirine lê belê ji wan re gotine nikarin berdin 'dibe ku bireve' û got: "Mirovekî 82 salî dê li ku de bireve. Qet nebû hefsa malê bidinê bila di nav cihê xwe de be. Em naxwazin bi vê nexweşiyê li pişta wî derî bisekine. Bavê min û birayê min di heman odeyê de dimînin. Birayê min dibê ‘heta sibê ez nobeta wî digirim’ Kursiya xwe digire û li ber serê wî disekine. Dema bêhna wî teng dibe dibin baxçeyê qawişê. Dehan caran nîva şevê rakirine birine revîrê. Serûm û dermanên janê birînê jê re qedexene. Tenê dermanên dil, tansiyon û guatrê didinê. Ji ber vê yekê em dixwazin hinek zû bavê min berdin.”   DIBE SIBÊ BI DERENGÎ BIKEVE    Ozkan, anî ziman ku heke niha ji bo girtiyan tiştek neyê kirin piştî girtî jiyana xwe ji dest dan jî bila kes neyê şîna wan û got: “Ji bo ku girtî bijîn, divê em tiştekê bikin. Ez bang li hemû mirovên hestiyar dikim ku ji bo girtiyên nexweş û temenmezin hinek zû tiştekî bikin. Ji ber ku sibê ji bo wan dereng e.”   MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme