Ji ber ‘Sirûda Îstîklalê’ îşkence li welatiyan hat kirin 2020-05-22 11:00:35 AGIRÎ - Li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Panosê bi darê zorê bi komek welatî “Sirûda Îstîklalê” hat xwendin. Cendirmeyan bi hênceta welatî di navbera hev de axivîne li wan dan û heqaret li wan kirin. Eskeran du welatî birin odeyekê û îşkence li wan kirine. Li navçeya Panosê ya Agiriyê nêzî 20 welatî ji bo nasnameyên xwe werbigirin çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Cenirmeyan welatiyan xist yek rêzê û bi darê zorê xwestin welatî li gel cendirmeyan Sirûda Îstîklalê bixwînin. Bi hênceta ku welatî di navbera hev de axivîne cendirmeyan çêr û heqaret li wan kirin. Du birayên hev ku bertek nîşanî rewşê dan li odeyek bêkamera hatin îşkencekirin.   Di 20 gulanê de esker nasnameyên 4 welatiyên ji bo çêkirina xanî çûn derdora Gola Bendava Panosê keviran berhev bikin û welatiyên derdorê bêyî hêncet nîşan bidin desteser dikin û li gel xwe dibin. Li gorî îdiayê ev nêzî 20 welatiyên diçin qereqolê dixwazin nasnameyên xwe werbigirin esker sepana xwendina Sirûdê li wan ferz dike. Ji welatiyan Coşkûn Çetres û Enes Çetres ên li odeyek bêkamera tên îşkencekirin.   ‘DI ODEYEKÊ DE ÎŞKENCE LI ME KIRIN’   Coşkûn Çetres da zanîn ku laşî wî reş û şîn bûye û wiha got: “Li hewşa qereqolê me xistin yek rêzê. Me di rawesta amadeyi de hiştin. Eskeran bi pihîn û şîmaqan li me dan. Xwestin di rêzê de kes dengê xwe dernexe. Xwestin em Sirûda Îstîklalê li gel wan bixwînin. Hin hevalên me jî di wê kêliyê de bi hev re axivîn. Eskeran heqaret kirin û bi ser me ve hatin. Min û birayê xwe nêzîkatiya wan qebûl nekir. Me her duyan birin odeyek bê kamera û bi qasî 30 saetî bi hovîtî li me dan. Bi pihîn û kulman li me dan. Ji ber lêdanê guhê min xwîn bû. Tiliyek min êşiya û di pişt amin de şopên lêdanê çêbûn. Laşê birayê min jî reş û şîn bûye.”   BI RAPORÊ GILÎ KIRIN   Çetres da zanîn ku ew û birayê xwe bi muameleyek dij mirovane re mane û piştî ew ji qereqolê hatine berdan çûne nexweşxaneyê rapor wergirtine û li dozgeriyê giliyê eskeran kirine. Çetres got her çiqas baweriya wî bi darazê neyê jî lê neçar bûye ku serî li dozgeriyê bide.   Çetres destnîşan kir ku eskeran bi boneya ku mesafeya fizîkî binpê kirine 3 hezar û 150 lîre ceza li wan biriye.   MA / Dîndar Karataş