HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in 2020-05-22 11:11:28 ENQERE - Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak ê tayînkirina qeyûman şermezar kir û bi îşkenceyê hat binçavkirin û serê wî şikandin, diyar kir ku dê serlêdana sûc bikin û li dijî vê zilma wan serî natewînin.  Rêveberên HDP'ê xwe amade dikin ku li dijî tundî, îşkence û helwesta polîsan serlêdana sûc bike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 20'ê Gulanê de tayînkirina qeyûman a 5 şaredaiyên HDP'ê li kolanê şermezar kiribûn. Polîsan êrîşî çalakiyê kiribûn û Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak jî di navde 12 rêveberên HDP'ê bi îşkenceyê binçav kiribûn. 12 rêveberên HDP'ê piştî îfade dan serbest hatin birdan. Dîmenê êrîş û îşkenceya polîsan li ser medya civakî jî hatibû parvekirin. Rêxistina HDP'ê ya Enyereyê duh xwestin bi daxuyaniyekê êrîşa polîsan şermezar bikin, lê dîsa polisan mudaxale kir û destûr neda. Polisan dîsa êrîşî parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu û Kemal Pekoz Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Parlak kirin û ew dahf dan.    Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê  Parlak û Hevserokê HDP'a Mamakê Mustafa Uğur Akkaya yên di 20'ê Gulanê de bi lêdanê hatin binçavkirin axivîn.    40 POLÎS KETIN SALONÊ    Parlak, diyar kir ku polîs tehamul nakin ku partiya wan li Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wiha got: "Li dijî partiya me pêkanînên dijdemokratik hene. Daxuyaniya li dijî qeyûmên dijdemokratîk, mafekî me yê rewa û demokratîk e. Ji bo em bertekên xwe yên li dijî tayinkirina qeyûman bînin ziman em ji avahiyê daketin pêş avahiyê. Hêj em li deriyê avahiyê bûn, mudaxaleyî me kirin. Me ewil xwest çend kes bi Midûrê Şaxa Polîsan re hevdîtin bikin. Lê mixabin hasasiyeta ku me nîşan da, polîsan nîşan neda. Zêdeyî 40 polîs ketin salona teng û xwestin mudaxale bikin. Me hewl da em hevdîtinê bikin, lê polîsan bê navber provokatife kirin. Herî dawî êrîş kirin û ewil ez binçav kirim. Poîsan 2 caran serê min li êrdê xistin. Piştre ez rakirim Nexweşxaneya Bajar. Em rastî işkenceyê hatin. Li nexweşxaneyê hevalekî min wêneyê min ê bi xwîn kişand. Li ser ve yekê hevalên me yên li avahiyê diyar kirin ku ew ve yekê qebûl nakin û daketin jêr. Polîsan ew jî derp kirin û binçav kirin. Li nexweşxaneyê 5 kêl avêtin birîna serê min. Pişte polîsan em binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Me mafê xwe yê bêdengiyê parast. Me diyar kir ku me mafê xwe yê demokratîk parast û em hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê îfadeya em bidin tune ye."    Parlak, ani ziman ku dê der barê polîsan de serlêdana sûc bikin û bi rêya daraz û hiqûqê hesab ji wan bipirsin û wiha got: "Me tu carî li hemberî tundî û neheqiye serî nedanî û ji niha û şûnde jî em serî danînin."     ‘ENQERE PAYTEXTÊ PERGALÊ YE'   Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Mamakê Mustafa Ugur Akkaya jî anî ziman ku Enqere paytextê pergalê ye û wiha got: "Li Enqereyê ji bo polîs û dewletê dema mijar dibe HDP her tişt diguhere. Mijar dema dibe HDP li demokrasî, hiquq û qanûnan guhdar nakin. Polîtikaya faşîzmêya ya li Kurdistanê dimeşînin, li Enqereyê jî dimeşînin. Bloka AKP-MHP'ê li Enqereyê ji hebûna HDP’ê bêzar e. Ji ber vê yekê li Enqereyê ew qas bi ser me de tên. Naxwazin ku em li Enqereyê çalakiyan li dar bixin û bertekên xwe bînin ziman. Ew qas ji HDP’ê ditirsin. Êrîşa 20'ê Gulanê êrîşek dagirkeriyê bû. Dema ez ji avahiyê derketim 5 polîsan xwe avêt ser min. Çêr ji dayika min û hevjîna min re kirin. Em bang li wan dikin ku destê xwe ji ser mirovan bikişînin. Hûn huqûq û zagona xwe binpê dikin. Hûn çêran dikin, destê me li pişt me kelepçe dikin, 6 kesan bi hevre dixin maşîna biçûk û binçav dikin. Qurala mesafeya fîzikî binpêdikin û heqaretê dikin. Dest ji vanan berdin. Me li nexweşxaneya Enqereyê rapor lêdanê stend û em ê der barê polîs û rayedaran de serlêdana sûc bikin. Em ji wan natirsin û emê netirsin."