Cenazeyê girtiyê nexweş Kaya rakirin ATK’ê 2020-05-22 11:32:24   EDENE – Cenazeyê girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê roja ku hat berdan û jiyana xwe ji da rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK).   Girtiyê giran ê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T a Osmaniyê dihat ragirtin duh biryara berdana wî hatibû dayîn. Ev demek bû Kaya li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê dihat dermankirin. Ji bo Kaya di 20’ê gulanê de Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da û heman rojê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê hat kirin. Piştî rapor ji bo Kaya hat dayîn duh Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê biryara berdanê wî dabû.   Lê tevî ku Kaya hat berdan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya piştî karûbarên li nexweşxaneyên bi dawî bû ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Hat zanîn ku piştî otopsiya cenaze dê malbat cenazeyê Kaya li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê veşêre.