Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê 2020-05-22 13:03:31   EDENE – Girtiyê nexweş ê giran Sabrî Kaya duh piştî hatibû berdan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê.   Cenazeyê girtiyê giran ê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T a Osmaniyê dihat ragirtin duh biryara berdana wî hatibû dayîn û jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiye rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Cenazeyê Kaya bi gumana vîrûsa koronayê (Covîd-19) nedan malbata wî. Malbata Kaya diyar kir ku piştî testa koronayê were kirin dê cenaze sibê bidin wan û dê cenaze bibin li Goristana Asrî ya Navçeya Ceyhana Edeneyê veşêrin.