Ocalan: Em ê hesap ji wan bipirsin 2020-05-22 15:38:35 RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, beriya Cejna Remezanê gora Siyasetmedarê Kurd Muhsin Melik, rojnameger Kemal Kiliç û gorên Şenyaşaran ên ji aliyê mirovên parlanterê AKP'ê ve hatin qetilkirin ziyaret kirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan bal kişan ser kujeran û got: "Kujer hêj nehatine cezakirin. Lê em ê hesap ji wan bipirsin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê beriya Cejna Remezanê gor û goristan ziyaret kirin. Endam û rêveberên HDP'ê ewil gora Siyasetmedarê Kurd Muhsin Melîk ê di 2 Haziran 1994'an de hat qetilkirin li Goristana Eyyup Pexember ziyaret kir. Piştre gora Rojnameger û Nûnerê Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ê di 18'ê Sibata 1993 de hat qetilkirin li Gundê Kulunçê ziyaret kir. Parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu jî tev li ziyaretêbûn û qurnefil danîn ser goran.    OCALAN: EM Ê HESABÊ WÊ BIPIRSIN   Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan li ser gora Muhsin Melik axivî û wiha got: "Li ser vê axê bi hezaran ciwanên Kurd û siyasetmedar û rojnameger hatin qetilkirin. Gotin faîlên wan nediyar e û kes ceza nekirin. Lê em dibêjin faîlê Melik dewlet û destên veşarî ne. Em ê rêya wan û doza wan bişopînin. Em ê hesapê wê bipirsin. Heta dawî em ê têkoşîna wan mezin bikin."    Heyeta HDP'ê piştre çûn gora Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar ên beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê zilamên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz ve hatin kuştin ziyaret kir.      Ocalan, li vir jî axivî û wiha got: Li Navçeya Pirsûsê bav û kur bê daraz hatin înfazkirin. Li deriyê nexweşxaneyê bi hovîtî qetil kirin. Lê em ê şopdarê vê dozê bin."