'Em ê li dijî zilm û tundiyê serî netewînin' 2020-05-22 16:21:28   COLEMÊRG - Binçavkirinên li Amed, Riha û Wanê li Colemêrgê bi daxuyaniyeke hat şermezarkirin û di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê li dijî zilm û tundiyê serî rakin.    Li Amed, Riha û Wanê serê sibêhê operasyona binçavkirinê hat destpêkirin û di encamê de gelek siyasetmedar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveber, damezrêner û seroka Komeleya Jinan a Rosayê û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran hat binçavkirin. Li Colemêrgê bi tevlîbûna hevserok û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Colemergê daxuyaniyek hat dayîn û binçavkirin hatin şermezarkirin. Daxuyaniya ku ji hêla hevseroka navçeya navendî Sînem Seven ve hat xwendin.    Sînem, di axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirinan û got: "Di encama operasyonê de gelek siyasetmendar û endamên Komeleya Jinan a Rosa hatin binçavkirin. Li şûna ku dewlet li hemberî şîdetê bisekine, êrîşê li jinan dike. Bi vê operasyonê dewlet dijminatiya xwe li hemberê jinan carek din nîşan da.    Em ê li dijî desthilatdariya hikûmetê tu caran serî netewînin û wê her tim li dijî zilm û tundiya serî rakin. Lê bila neyê ji bîrkirin ku zilma we çiqas zêde bibe wê têkoşîna jinan û gelê kurd jî ewqas zêde bibe."