Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kiriye 2020-05-22 17:23:57     BALIKESÎR - Li Girtîgeha Bûrhaniyeyê girtiyê nexweş Gemgîn Dûrak qeyrana dil derbas kiriye.    Li Girtîgeha Bûrhaniye ya Balikesîrê girtiyê nexweş Gemgîn Dûrak ku 6 heb stent di dilê wî de ne, qeyrana dil derbas kir. Dûrak, telefonî malbata xwe kiriye û ji hevjîna xwe Seher Dûrak re gotiye.    Dûrak, diyar kiriye ku di 18'ê Gulanê saet li dor 2'yê biroj qeyrana dil derbas kiriye û gotiye: "Ewilî min rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrhaniyeyê. Ji wir jî min birin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikesîrê. Li vira saet di di deh û nîvê şevê de ez anjiyo kirim. 3 demarên min xitimandîne; yek jê ji sedî sed, yek jê ji sedî 40 û yek jê jî ji sedî 45 xitimîne û nehatin vekirin. Wê şevê gardiyanan xwest min bibin girtîgehê. Lê belê bijîşk nehişt û 4 rojan di beşa awarte de mam. Ji ber ku demarên min nehatin vekirin bijîşkan got, divê emliyat bibin."    Dûrak, diyar kiriye ku naxwaze di şert û mercên girtîgehê de emeliyat bibe û ji ber vê wî birine girtîgehê û gava wî birine girtgehê jî ji ber vîrûsa coronayê li qawîşekê ew xistine karantînayê.    Seher Dûrak, anî ziman ku hevjîna wê 15 sal in girtiye û xwest rojek berî rojekê hevjînê wê bê berdan û li nexweşxaneyê bê tedawîkirin.