Li Mêrdînê erzaniya qeyûm: Îro heye sibê tune ye 2020-05-23 09:58:22   MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê mal û milkê bi bihayek erzan derxistiye ber firotinê. Heke van mal û milkan bifiroşe dê herî kêm 25 milyon TL zirara cemaweriyê bibe.   Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin li gel rêveberiya xwe heta niha 30 mal û milk (neguhêzbar) û her wiha Qonaxa Baranlar derxistiye ber firotinê. Hat tespîtkirin van cihên ku derxistine ber firotinê park, qada tesîsa hindekariya navîn, qada tesîsa tenduristiyê, qadên leyîstiyê yên zarokan, otopark, qada tesîsa çandî û gelek qadên din in. Bi îdiaya ku dê “Cemawerî ji vê firotinê sûd werbigire” ev mal û malk tên firotin. Têkildarî van mal û milkan hûrgiliyên nû derketin holê. Hat zanîn ku qeyûm pir bi bihayek hindik ango erzan van mal û milkan derxistiye ber firotinê. Derket holê ku hin mal û milk di bin bihayê bedelê îstîmlaqê de derxistine ber firotinê.   MILKÊ LI MIDYADÊ   Li taxa Akçaya ya navçeya Midyadê bi adaya 101 ku bi giştî 19 hezar û 107,18 metrekare ye 3 milkên bi jimareya 180, 181 û 182 ji aliyê qeyûm ve derxistin ber firotinê. Ev milkê li vir di sala 2016’an de dema şaredarî di destê DBP’ê de bû ji bo bikin otogar bi rêya îstîmlaqkirinê hatiye kirin. Wê demê metrekareya erdê 125 TL hatiye kirin. Wê çaxê ev 3 parçe milk bi 2 milyon 388 hezar û 397,5 TL hatiye kirîn.   Lê qeyûm bi bihayek erzan van her sê parselên li Midyadê bi erzanî derxistiye ber firotinê û heke li gorî bihayê qeyûm ji bo van parselan diyar kiriye werin firotinê dê milyonek û 910 hezar û 107 TL zirar bibe.   PARSELA NÊZÎ BAJÊR ERZANTIR HAT NÎŞANDAN   Li taxa Savurkapi ya navçeya Artûklû jî parsela jimara 1 a adaya 1428 û parsela jimara 1 a adaya 1430 jî derxistine ber firotinê. Di navbera her dû parselan de 200 metre heye. Metrekareya parsela jimara 3 bi 125 lîre û ji bo parsela jimara 3 jî 300 lîre hatiye diyarkirin. Balkêş e ku parsela jimara 1 her çiqas nêzî bajêr e jî lê bihayê firotina metrekareyê 125 lîre hatiye diyarkirin.   Ji bo van her du parselan jî tê gotin ku herî kêm dê 4 milyon lîre zirara cemaweriyê bibe.   BI MILYONAN DÊ ZIRARA CEMAWERIYÊ BIBE   Li taxa Misûriyê ya Artûklûyê jî parsela jimara 1 a adaya 318 jî derxistine ber firotinê. Ji bo ev der bibe park bêbedel dane şanedariyê lê metrekareya parselê bi 150 lîreyî derxistine ber firotinê. Tê gotin ku metrekareya li vî cihî nirxa wê di navbera 486 lîre û hezar û 161 lîreyî de diguhere. Heke parsela li vir jî were firotin dê herî kêm 815 hezar û 975 lîre zirara cemaweriyê bibe.   Her wiha parsela jimara 6 a adaya 401 û parsela jimara 1 a adaya 360 ku li navçeya Artûklûyê ne jî derxistine ber firotinê. Ev der jî ji bo parke hatiye veqetandin. Heke dema ev der werin firotinê dê 4 milyon û 500 lîre zirara cemaweriyê bibe.   Li navçeya Artûklûyê her wih parsela jimara 1 a adaya 327 a ji bo parkê tê dîtin, parsela jimara 1 a adaya 436 a ji bo qada tesîsa tenduristiyê hatiye veqetandin, parsela jimara 1 a adaya 288 a ku wek qada tesîsa tenduristiyê û baxçeyê zarokan tê dîtin û parsela jimara 1 a adaya 1024 ku ji bo qada parkê hatiye veqetîn li gorî xala 11’emîn a Qanûna Îmarê Hejmara wê 3194 divê ev dever neyên firotinê. Heke ev der jî werin firotin tê gotin dê derdora 15 milyon lîre zirara cemaweriyê bibe.   MA / Ahmet Kanbal