Nameya ji bo ‘goristanan' 2020-05-23 10:05:18   AMED - Rêxistinên civaka sivîl ên Îslamî, ji Serokatiya Karên Diyanetê, Zanîngeha El-Ezher û Yekîtiya Alimên Musluman ên Cîhanê û Saziyên Lêkolîna Îslamê re têkildarî êrîşên li dijî goran name şandin û xwestin li dijî vê yekê helwesta xwe diyar bikin.    Platforma Edalet û Maf, Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Komeleya Şêx Seîd û komeleya Oldaran a Îslamî, (DÎAYDER) û Muslumanên Dijkapîtalîst, li dijî êrîşên goristanan ên di demê dawî de zêde dibin,  ji Serokatiya Karên Diyanetê, Zanîngeha El-Ezher û Yekîtiya Alimên Musluman ên Cîhanê û Saziyên Lêkolîna Îslamê re name şandin û xwestin li dijî vê yekê helwesta xwe diyar bikin. Saziyên olî, di nameyê de bal kişandin ser êrîşên goristanan û kişandina kêlên goran pirsa “Di ol de hukmê êrîşa goristanan çiye? Kesekî miribe mafê wî çiye?" pirsîn. Saziyan di nameyê de xwestin li gorî pîvan û hukmên ola  îslamê alim û oldar bibin xwedî helwest û gavan bavêjin.    MÎSYONA WAN BI BÎRA WAN XIST   Endamê KÎD'ê Emîn Ay, anî ziman ku bi hezaran kesên ku li malê hatin binçavkirin û windakirin, hêj gorên wan tunene û wiha got: "Di vê pêvajoya ku bi hezaran mirovên bê gor hene de li dijî goristanan êrîş pêk tên. Me xwest balê bikişînin ser êrîşên li dijî gorên kesên piştî mirin hatin definkirin. Ez hêvî dikim ku van êrîşan rewa nekin. Me name ji Zanîngeha  El-Ezher, Saziyên Lêkolîna Îslamê û Yekîtiya Alimen Musulman a Cîhanê yên ku hukmê îslamê didin re name şand û xwest helwestek li dijî van êrîşan nîşan bidin. Me berpirsiyarî û erka van saziyan anîn bîra wan.    ÇI JI GORISTANEKÊ DIXWAZIN?    Ay, anî ziman ku ji dîrokê heta niha gelek şer pêş ketine û di şer de gelek komkujî û qetlîman pêk hatine û wiha got: "Lê di hemû şer û komkujyan de heta niha mînakek wisa tune ye. Heta niha ew qas bêhurmetî li dijî girtî û cenazeyan nehatiye kirin. Wekî tehamulî Kurdên dijîn nakin, tehamulî cenazeyên Kurdan jî nakin. Kesê ku miribe, nikaribe biaxive û nikaribe parastina xwe bike çi jê tê xwestin? Çima cenazeyê wan îstîsmar dikin? Çima gorekê ji bo wî zêde dibînin? Gor têkoşîna çi dide? Ev tiştên tên kirin li dijî mirovahiyê ye. Bi telefonan li malbatan digerin û dixwazin kêlên gorên zarokên xwe rakin. Dema malbat vê yekê nakin jî rastî gefan tên."    MIRÎ DIKIN 'TERORÎST'    Ay, destnîşan kir ku devlet ji bo mirî dibêjin “terorist” û wiha bi dawî kir: "Bi vê yekê êşa malbatê, êşa dayik û bav bêtir zêde dikin. Dayikekê bê gor dihêlin. Cenazeyan davên çemê ku bûye sergo. Di gorên bêkesan de defin dikin. Bi vê yekê dijminantiya nava gelan zêde dikin. Ev li dijî mirî û civakê xerabiya herî mezin e."    MA / Lezgin Akdeniz