Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin 2020-05-23 10:19:45   AMED – Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstên kurd ên duh li Amedê hatibûn binçavkirin îro wan sewqî dadgehê bikin.   Duh li Amedê li ser lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, polîsan bi ser malên siyasetmedarên kurd û aktîvîstên mafên jinan de girtibû û 18 kesan binçav kiribûn. Li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfade dayîna 15 kesan qediya. Tê payîn Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan, ji avakara Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor û aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek ên li derveyî Amedê hatibûn binçavkirin jî îro bînin Amedê û îfadeyê wan bên girtin. Pişt re tê payîn dê 18 siyasetmedar û aktîvîst sewqî Dadgeha Amedê werin kirin.   Siyasetmedar û aktîvîst ji ber beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, protestoyên qeyûman, serdana taziyeyan, greva birçîbûnê, protestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne tên sûcdarkirin.   Navê siyasetmedar û aktîvîstên di binçavan de wiha ne: Endamên Avakara Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor û Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka Rêxistina HDP’ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn, Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran û Veysî Kûzû.