Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket 2020-05-23 11:46:23   EDENE – Testa vîrûsa koronayê ya Sabrî Kaya ku ji ber gumana vîrûsê cenazeyê wî nedan malbata wî, negatîf derket.   Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtî bû, di 21’ê gulanê de piştî biryara berdana xwe bi çend saetan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya, ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê rakiribûn morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê. Cenazeyê Kaya, bi gumana vîrûsa koronayê radestî malbata wî nehatibû kirin û testa wî hatibû kirin. Hat hînbûn ku testa Kaya negatîf derketiye. Wê piştî otopsiye cenazeyê Kaya dê radestî malbata wî bê kirin û li Goristana Asrî ya Cehanê bê veşartin.