OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin 2020-05-23 12:51:58   STENBOL - OHD'ê têkildarî definkirina cenazeyên li peyarêya Goristağna Kilyosê defin kirin rapora çavdêriyê amade kir. OHD'ê xwest cenazeyan teslîmî malbatan bikin û der barê kesên berpirsiyar de lêpirsîn vê vekirin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî cenazeyên 261 kesên ku ji goristana Xerzanê derxistin û li peyarêya tenişta Goristana Bêkesan a  Kilyosê bi komî defin kirin rapora çavdêriyê amade kir. Heyeta parêzerean a OHD'ê, li cihê bûyerê lêkolîn kirin û rapor amade kirin. OHD'ê rapora çavdêriyê parve kir û diyar kir ku cehê cenaze lê hatine definkirin ne goristana bêkesan e. Heyetê anî ziman ku cihê cenaze lê hatine definkirin peyarê ye. Heyetê di raporê de anî ziman ku dimenên ku Ajansa Mezopotamya (MA) parve kirin rastiyê nîşan dide.    ‘BILA LÊPIRSÎN BÊ VEKIRIN'   OHD'ê di raporê de xwest der barê berpirsiyaran de lêpirsîn bê vekirin û bên cezakirin û wiha hat gotin: "Rayedarên ku cenaze ji Goristana Xerzanê derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û rayedarên ku cenaze li peyarêya tenişta Goristana Kilyos a Stenbolê defin kirine, li dijî zagon û hiqûqê tev geriya ne. Ne li gorî rûmeta mirovan cenaze defin kirine. Divê der barê berpirsiyaran de ji bo vê yekê lêpirsîn bê vekirin û berpirsiyar bên darizandin.  Divê demek berî demekê nasnameya kesên di peyarêyê de bi awayekî komî hatine definkirin bê tespîtkirin û cenazeyan teslîmî malbatên wan bikin. Divê bi lez cenaze dîsa ji bin peyarêyê bên derxistin û li gorî bawerî, zagon û usulê li Goristana Xerzanê bên definkirin. Divê rayedar, ji ber cenaze anîn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û li dijî nirxên mirovahiyê bi komî di peyarêyê de defin kirin ji malbatan lêborînê bixwazin."