Malbatê cenazeyê Kaya girt 2020-05-23 14:22:38   EDENE - Cenazeyê Sabrî Kaya yê bi nexweşiya giran bû, ji ber gumana şewba vîrûsê nedan malbatê, piştî kar û barên otopsiye teslîmî malbatê kirin.   Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtî bû, di 20’ê gulanê de piştî biryara berdana xwe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya, ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê rakiribûn morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê. Cenazeyê Kaya, bi gumana vîrûsa koronayê radestî malbata wî nehatibû kirin û testa wî hatibû kirin. Piştî testa Kaya negatîf derket, karê otopsiyê hat kirin. Cenazeyê Kaya piştî kar û barê otopsiye teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê cenazeyê Kaya girtin û ber bi Ceyhanê ve ketin rê. Hat diyar kirin ku Kaya wê li Ceyhanê bê definkirin.