Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im 2020-05-23 15:42:46   AGIRÎ - Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê Jina 23 salî û dayika 2 zarokan Pakize Oztaş kuştî hat dîtin. Bavê Pakîze Mehmet Başboga, anî ziman ku keça wî ne kesek xwe bikuje û ew ji kuştina wê bi fikar e.     Li Gundê Qerexalta Jêrê ya Navçeya Dudaxê ya Agiriyê jina 23 salî ku dayika 2 zarokan e, li malê kuştî hat dîtin. Pakize Oztaş, piştî di 19'ê Gulanê de bi hevjînê xwe re niqaş kir, kuştî hat dîtin. Bavê Pakîze Oztaş, Mehmet Başboga, diyar kir ku keça wî ne kesek ku xwe bikuje ew ji kuştina keça xwe bi fikar e.    DI 10 ROJAN DE 2 JIN HATIN KUŞTIN   Di 14'ê Gulanê de jî li Gundikê Şirik ê Gundê Silêman Kombet ê Navçeya Xamûr a Agiriyê Ceylan Akpolat kuştî hat dîtin.