Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin 2020-05-23 16:44:03   EDENE - Malbata Sabrî Kaya, piştî cenaze ji morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneye wergirtin, di bin dorpêça polîsan de li Navçeya Ceyhanê defin kirin.    Malbata Sabrî Kaya, cenazeyê Kaya di bin dorpêça polîsan de li Navçeya Ceyhanê defin kirin. Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtî bû, di 21’ê gulanê de piştî biryara berdana xwe bi çend saetan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya, ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê rakiribûn morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê. Cenazeyê Kaya, bi gumana vîrûsa koronayê radestî malbata wî nehatibû kirin û testa wî hatibû kirin. Derket holê ku testa Kaya negatîf derketiye. Malbatê Potopsiye cenazeyê Kaya wergirtin û û li Goristana Asrî ya Cehanê veşartin. Ewil cenaze birin malê û piştre birin goristanê. Cenaze di bin dorpêça polîsan de defin kirin.