ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-24 09:00:14   * Endamê Weşana Giştî ya Rojnameya JINEPS'ê Erdogan Yilmaz, anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser zextên li ser zimanê wan ê zikmakî salê 4 caran bi çerkezî bi hin rojnameyan re weşaneke hevpar dikin û got, ev hevkarî li dijî "tunebûnê" ji bo destpêkê gaveke baş e.    * Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, diyar kir ku tişta ku AKP nikare bi hilbijartinê bi dest bixe xesp dike û got, wê paş ve gav navêjin, berevajî wê bêtir bitêkoşin.    * Jinên HDP'î bertek nîşanî qirkirina darên li Çiyayê Cûdiyê dan û gotin: "Dest nedin xwezaya me."    * Li Qilebanê welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, çûyîna wan a zozana tê astengkirin. Welatiyan anîn ziman ku esker ji wan re dibêjin: "An hûn ê bibin cerdevan an jî hûn naçin zozana."    * Mele Nîzamettîn Kaplan, êrîşên li ser goristanan şermezar kir û diyar kir ku li aliyekî qala biratiyê dikin, li aliyê din jî dibêjin ‘kurdê herî baş ê bêgor e û got: "Dest nedin nirxên me yên pîroz."    * Lêkolîner û Nivîskar Mesût Ozcan diyar kir ku wan bi belgefîlma “Tarîtiya Ketî Rê” polîtîkayên ji 1980’yî heta niha li dijî Elewî û Dersîmê pêk hatin nişan da û got: “Me bi vê belgefîlmê komkujiyeka 1937-1938’an anî pêş çavan.