Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz 2020-05-24 09:02:25   AMED - Mele Nîzamettîn Kaplan, êrîşên li ser goristanan şermezar kir û diyar kir ku li aliyekî qala biratiyê dikin, li aliyê din jî dibêjin ‘kurdê herî baş ê bêgor e û got: "Dest nedin nirxên me yên pîroz."    Êrîşên li ser goristanan ên li Mûş, Wan, Gever, Çewlik, Farqîn û Hezexê hatî kirin berdewam dikin. Goristana li Gundê Sîsê yê Licêya Amedê careke din hat rûxandin. Her wiha bertekên li dijî van êrîşan jî didomin. Mele Nîzamettîn Kaplan jî bertek nîşan da û diyar kir ku nêzîkatiya ku li cenaze û goristana tê kirin di tu dînî de nayê qebûlkirin û got: “Erîşên li ser goristanan tên kirin ne tenê di ola îslamê de, di tu olan de cihê vê nîn e. Ji ber ku pêxember hurmet daye miriya. Di herbê de jî dema yekî xeyrî muslîm dihat kuştin tu texrîbat li cenazeyên wan nedikir.”   ‘TEHAMULÎ GORISTANAN NAKIN’   Kaplan, anî ziman ku beriya çend sala digotin li Kurdistanê kurdê herî baş kurdê mirî ye û wiha axivî: “Niha jî dibêjin ‘kurdê herî baş yê bê mezel e.' Ev tişteke pir şerm e. Rojekê cenazeyê yekî cihû li ber pêxember derbas dibe, radibe jê rêzê digire. Sehabe jê re dibêjin ‘ya Resûlullah ev ne misilman e cihû ye.’ Pêxember dibêje, 'ma ne mirov e?' Ji ber ku mirov bû jê re rêz girt. Îro êrîşên li ser goristanên gerîla tên kirin tiştekî gelek şerm e, eyb e. Serokkomar, Wezîrê Karê Navxweyî dibêjin em birayê hev in lê îro goristanan xerab dikin û tehamul nakin.”   ‘DI BIRATIYÊ DE DIVÊ HER TIŞT WEKHEV BE’   Kaplan, bibîr xist ku di 13’ê Îlona 2017’an de êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûkê hatiye kirin û got: “Nijadperest rabûn gotin ‘em terorîsta li welatê xwe naxwazin’ û pişt re cenaze derxistin birin li Dersîmê definkirin. Tên dibêjin, em birayên hev in. Di biratiyê de gereke her tişt wekhev be. Dema hilbijartina em birayê hev in, niha dibêjin yek ol, dewlet û yek al. Di dînê îslamê de tiştekî wisa tune ye. Xwedê dibêje ‘min rengê we, qebîleyên we ji hev cuda çekirine ku hûn hev nas bikin.’ Tu yek ji xeynî tirkitiyê tişteke din qebûl nekî wê demê tu li dijî emrê Xwedê tê.”   ‘MISILMANÊN ÇAWA NE?’   Kaplan, anî ziman ku kêlên goristanan ji bo ku gor diyar bin hene û got: “Kêlên goristana ji bo ku mezel winda nebin, dê û bav mezelê zarokê xwe nas bikin hene. Ji bo ku şehadet an navê gerilayekê hatiye nivîsandin tehamul nakin. Li gor min nijadperestiyê zêdetir tu wateya van êrîşan nîn e. Tenê ji bo ku kurd in, gerîla ne, dibêjin ‘bila mezelê wan tune be, dê û bav bila neçin ser gora wan’ ji bo vê yekê wisa dikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Nahêlin em biçin ji bo zarokên xwe fatihayekê jî bixwînin û dibên em misilman in. Misilmanên çawa ne? Em Qur'anê û sunetên pêxember dinêrin tişteke wisa tune ye. Ji hezar û 400 salan heta niha di tu herba de dest bi miriya nedane. Ne li ser laşê wan leyistine ne jî goristanên wan xerab kirine.”   ‘DEST JI NIRXÊN ME BERDIN’   Kaplan, destnîşan kir ku di dînê îslamiyetê de destnedayîna goristanan heye û wiha lê zêdekir: “Hewceye ku kes bi laş û goristanê neleyîze. Nahêlin mezelekî me jî hebe. Êdî bes e destên xwe ji goristanên me bikişînin. Bila dilê dayik û bavan zêde neşewite. Di vê meha pîroz de pêşiya çend rojan goristana Licê hilweşandine. Ji bo xatirê vê meha pîroz bes e êdî. Dest ji nirxên me yên pîroz berdin.”   Kaplan, herî dawî Cejna Remezanê ya gelê kurd û alema îslamê pîroz kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila ev eyd bibe wesileya aşitiyê, zilm û zora li ser welatê me û goristanên me rabe.”