ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-26 09:00:41 * Di ser encamgirtina çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de dest pê kir û bi tevlebûna hezaran girtî û siyasetmedar berdewam kir re salek derbas bû. Bi hezaran girtî û siyasetmedarên Kurd salek berê îro li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn. Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag, ku ketibû grevê diyar kir ku tecrîd tenê bi têkoşîna hevpar dikare bi dawî bibe.  * Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, bertek nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan da û got: “Eger êdî zilmê li gor, goristan û cenazeyan dikin, wê demê ev îqtîdar xelas bûye. Ev polîtîkaya îqtîdarê tu xizmetê ji saxan re nake. Divê hemû hêzên demokratîk û muxalif bi hevre li dijî van polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhayê bibin yek û têbikoşin."    * Havva Gezen a kurê wê Zulkuf ê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî, diyar kir ku lawê wê ji bo ku gel azad bijî çalakî pêk anî û got: “Girtiyan ji bo ziman, maf û serokê xwe, dest bi greva bircîbûnê kirin. Bi gotina ‘heya em sax bin em ê li pey serokê xwe bin.’ biryara xwe anîn ziman”   * Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, bertek nîşani êrîşên li dijî gor  û goristanan da û xwest tu kes vê zilê qebûl nekin û li her kes li goristanan xwedî derkevin. Firat, xwest her kes li dijî êrîşan li berxwe bidin û ji zilmê dersê derxin û wiha got: "Divê em dagirkerên axa xwe nas bikin û zilma wan tu carî qebûl nekin."    * Malbatên ku gorên zarokên wan ên li Goristana Sîsê cara 3'emin hatin rûxandin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Zaroken me dîrok nivîsandin. Niha jî bi cenazeyên xwe têdikoşin. Ruhê wan her tim zindî ye."     * Nûner û rêveberên rêxistinên civakî û demokratîk feraseta definkirina komî û definkirina li peyarêya Goristana Kilyosê ya 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê anîbûn, şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl  û demokratîk xwestin hemû hêzên demokratîk û muxalif li dijî vê şermê bibin yek û dengê xwe bilind bikin.    * Halîl Oçmez ê ku bi salan li bajar xebitî, vegeriya gundê xwe yê li kontara Çiyayê Komatê ya li kêleka Çemê Xabûrê ye. Olmez bi firotina hêkên mirîşkan debara xwe dike.   * Kesên heywanan difiroşin ên hatin Bazara Heywanan a Patnosê ku ji 14’ê Adarê ve ji ber şewba vîrûsa koronayê girtiye, diyar kirin ku ew bûne qûrbana polîtîkayên şaş ên sewalkariyê yên desthilatdariyê.   * Şîrketên ku HES'an li ser gelî û deşta Zilanê ava dikin, di pêvajoya şewba vîrûsa Covît-19 de lez dan xebatên avakirinê. Ekolojîst Fatih Şahin, xwest ji bo parastina xweza û dîrokê dawî li înşaeta HES'an bînin.    * Karmend Husnu Acay ê 55 salî piştî bi KHK'ê îxrac bû, li gundê xwe dest bi hilberîna gubre kir.    * Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê ya Amedê Nasir Demîrkiran diyar kir ku di pêvajoya şewbê de piştevanî ji bo sektorên din hatiye kirin lê ji bo cotkaran piştevanî nehatiye kirin û ji ber polîtîkayên şaş her sala ku diçe çandinî li paş dikeve.