Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek 2020-05-26 09:01:17 STENBOL - Nûner û rêveberên rêxistinên civakî û demokratîk feraseta definkirina komî û definkirina li peyarêya Goristana Kilyosê ya 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê anîbûn, şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl  û demokratîk xwestin hemû hêzên demokratîk û muxalif li dijî vê şermê bibin yek û dengê xwe bilind bikin.    Rêxistinên civakî û demokratîk bertek nîşanî definkirina komî û definkirina li peyarêya Goristana Kilyosê ya 261 cenazeyan dan. Eskeran bi fermana dozgeriya Komarê ya Tetwanê di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê derxistibûn. Piştre bi awayekî dizî cenaze biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Piştre hat dîtin ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin. Bi dîmen û wêneyan derket holê ku rayedarên ATK'ê û goristanê 261 cenazên din bi komî û di bin peyarêya li Goristana Kîlyosê defin kirine. Piştî dîmenên definkirinê gihişt destê Ajansa me ya Mezopotamya bertek û neazibûnên civakê û rêxistinên demokratîk zêde bûn. Gava cenazeyê Cengîz Demîr û Huseyîn Doner radestî malbatên wan tên kirin, dîmen tên girtin. Dîmen di 2'yê Adarê de hatine girtin. Di dîmenan tê dîtin ku peywirdar qabên jimareya wan 6 û 9'ê ku cenazeyên Demîr û Doner têde ne derdixin û wan radestî malbatan dikin.    HDK: ÊRÎŞA LI DIJÎ HAFIZAYA KURDAN E   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, anî ziman ku li hemû welatên cîhanê her kermeta mezin dide goran û wiha got: “Di tu bawerî û pirtûkên pîroz de êrîşa li dijî gor û goristanan nayêqebûlkirin. Goristan di qada navneteweyî de pîroz in. Goristan ji bo her civakê navenda hafizayê ye. Îqtîdara AKP'ê ji bo hafizaya gelê Kurd tune bike van êrîşan dike. Dewlet û hikûmet di her axatinên xwe de dibêjin 'Birayên me yên Kurd' lê li aliyê din êrîşî gorên birayê xwe dikin. Hurmeta dewletê ya li dijî gelê Kurd tune ye. Definkirina cenazeyên Kurdan ên li tenişta rê û bin peyarêyan bê hurmetiya li dijî gelê Kurd nîşan dide. Divê hemû civak li dijî vê şermê bibe yek û bertekên xwe binin ziman. Dê dîrok AKP'ê bi van sepandinê wê binivîse.    ANYAKAY-DER: DIVÊ EM DENG BILIND BIKIN   Rêveberê Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER) Hasan Avras jî anî ziman ku dema cenaze ji Goristana Xerzanê revandin û birin Stenbolê, bertek û nerazibûn pir kêm bûn û wiha got: "Eger wê demê bertekên zêde hatibuya nîşandan, dê îro cenaze li tenişta rêyan û bin peyarêyan bi komî nehatina definkirin. Ger ku wê demê bertek zêde bûna dê cenaze bidana malbatan. Bertekên li dijî goristana Xerzanêpir dereng pêş ketin. Ger ku wê demê bertek zêde bûna dê piştre êrîşî goristanên li Lice, Wan, Çewlîk û cihên din nekiribûya. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin 'Ez mirov im' li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Divêher kes li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin. Kî li dijî vî sûcî dernekeve ew dibin şirîkê vî sûcî.    SYKP: PLANA HILWEŞÎNÊ DIDOME   Hevserokê Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Cavît Ugur jî bertek nîşan da û wiha got: "Di bingehê dewletan de her dem polîtîkayên înfaza bê daraz, windakirina mirovan, îşkence û hemû dijhiqûqî û binpêkirina mafan heye. Zimanê mafyayê herî ketî, wekî zimanê çareseriyê derdixin pêş. Derdikevin ekranên televizyonan û diyar dikin ku dê çend kesan bikujin. Heta diyar dikin ku dê xwîna keç û zarokên me vexwin. Êrîşa li dijî gor û goristanan jî encama vê hişmenî û gefan in."    Ugur, da zanîn ku nerîna siyasî, bawerî, nasname û rengê wan çi dibe bila bibe, kesek piştî jiyana xwe ji dest bide, divê ji hemû cezakirin û mudaxaleyan bê par bê hiştin û wiha got: “Mirovahiyê bi çand, bawerî dîrok û kevneşopiyên hezar salan xwe gîhandiye îro. Definkirina 261 hestiyên mirovan a bêyî agahiya malbatan bi komî û di peyarêyê de definkirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di tu pergalên baweriyan de ev yek tune ye. AKP, mafê merasim û definkirina cenazeyê Kurdan tehamul nake. Peyama wan pir aşkere ye. Bi vê yekê êrîşî hemû mafê Kurdan ên kolektif dike. Ev berdewama plana têkçûn û hilweşînê ye."   EMEP: EV DIJMINANTÎ YE'   Seroka Giştî ya Pardiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî anî ziman ku îqtîdar qural û qanûnan nas nake. Polîtîka berberî û dijminantiyê berdewam dike. Bi polîtîkaya yek zilamiyê îşkenceyê li cenazeyan dike, êrîşên lîncê pêş dixin, gor û goristanan xera dikin. Îşkenceya li miriyan û êrîşa li goristanan nêzîkatiya dijminantiyê ye. Di hemû baweriyan de hurmeta li dijî gor û goristanan heye. Di hemû baweriya de hurmeta li dijî cenazeyan heye. Di dîroka hiquqa şer de her dem li dijî cenazeyan hukmên taybet hene. Rêveberiya Rejîma yek zilamî ji definkirina komî ya peyarêyan a Goristana Kilyosê heta êrişên cenazeyan tu qûral û qanûnan nas nake. Êrîşa li dijî goristanan encama vê feraseta hovîtiyê ye. Bersîva herî baş divê hemû hêzên têkoşîna demokrasiyê didin bêtir li demokrasî û aştiyê xwedî derkevin û di têkoşînaa azadiyê de bêtir israr bikin."    ESP: EV KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ YE   Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu jî anî ziman ku êrîşa li dijî cenaze û goristanan ji serdema împaratoriya Osmanî dest pê kiriye û heta niha didome û got: "Ev kevneşopiya dewletê ye. Şoreşger û lehengên gel ên ku li dijî feraseta dewletê têdikoşin, dewlet ji bo wan ji beleka dîrokê paqij bike êrîşî cenazeyen wan dike. Li ser bedena miriyan siyasetê dike. Kesên wekî Şahkulu, Şêx Saîd, îxtîlalkarê Hurufî, Fatma Hatun, Seyîd Riza, Paramaz û gelek kesên din hêj gorên wan ne diyar in. Li ser vê axê hemû kesên tekoşîna edalet û azadiyê dide gorên wan tên windakirin. Kesên di dîrokê de bûne peşeng gorên wan rastî êrîşan tên. "    Kurdan ji bo xwe talûkeyek mezin dibîne. Ji ber vê yekê bi taybetî êrîşî wan dike. Wan dixe hedefa xwe ya taybet. Ji bo ser pergala xwe ya dagirkerî û metîngeriyê bigirin, êrîş dikin. Dixwaze Kurdistanê dîl bigire. Dixwazin Kurdan bê nasname û bê siyaset bihêlin. Ev halê rizînê ya polîtîkaya înkar û bişaftinê ye. Divê li dijî vê yekê em bêtir têkoşînê bilind bikin. Divê em li dijî polîtikaya înkar û îmhayê têkoşînê bilind bikin."      HDP: EV PÊKANÎNEK FAŞÎST E   Parlamenterê HDP'ê yê  Stenbolê Erdal Avcî jî anî ziman ku derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê û definkirina bi komî ya li peyarêya Goristana Kilyosê li dijî sinc û wicdan e û wiha got: "Ev goristan di pêvajoya çareseiyêde bi destûra waliyên AKP'ê hatibûn avakirin. Bi armanca piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê goristan hatibûn avakirin. Ji bo hinek êşa civakê derman bike û pêvajoya asayîbûnê pêş bixe bû. Lê AKP'ê pevajoya çareseriyê xelas kir û bi MHP'ê re îtîfaq ava kir. Konsepta şer xist meriyetê. Ev yek bû sedem ku Tirkiye dîsa veger pêvajoya şerê salên 1990'an. Em dixwazin bi lez dawî li van pêkanînên faşîst bînin. Goristana Kilyosê di qada Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ye. Divê van cenazeyan ji peyarêyê derxin û li gorî usulê yek bi yek defin bikin. Divê şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî dawî li vê şermê bîne.  Divê hikûmet lêbokrîna xwe ji gel bixwaze. Divê wezaret zû dest bi xebatan bikin û bi lez encama testên DNA zelal bikin. Divê cenazeyan bidin malbatan û li gorî kevneşopiyan bên definkirin. Divê dawî li vê şerma mirovahiyê bînin."    MA / Erdoğan Alayumat