Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir 2020-05-26 09:01:18 ŞIRNEX -   Halîl Olmez ê ku bi salan li bajar xebitî, vegeriya gundê xwe yê li kontara Çiyayê Komatê ya li kêleka Çemê Xabûrê ye. Olmez bi firotina hêkên mirîşkan debara xwe dike.   Welatiyê bi navê Halîl Olmez ê ku ji gundê Melêsê yê Qilabana Şirnexê ye bi salan li bajar xebitî. Olmez piştî demeke dirêj vegeriya gundê xwe. Olmez, li gundê  Çemanê yê Qilabanê 10 salan dikandarî kir, piştre çû Cizîrê. Li Cizîrê karê standin û firotinê kir. Her ku dem derbas bû karê Olmez ber bi xerabûnê ve çû. Ji ber vê yekê 2 sal berê biryar da ku vegere gundê xwe. Li gund xaniyeke biçûk lêkir. Gund li kêleka Çemê Xabûrê di navbera kontarên Çiyayê Komatê û Çiyayê Melêsê yên ku Îskenderên Mezin bi artêşa xwe nikarîbû van çiyayan derbas bike hatiye avakirin. Olmez li gundê xwe yê ku bi xwezaya xwe dewlemende demekê bi karê bax û baxçeyê mijûl bû. Olmez bi desteka Weqfa Hevkarî û Alîkariya Civakî ya Qilabanê 100 mirîşkên cinsê Atak-S kirî û wan xwedî kir.   KOLIYEKÊ BI 30 TL DIFIROŞE    Olmez got ku ew piştî li gund bi cih bû şitlên guwîz û fistekan çand û ji bo xwedîkirina mirîşkan jî cihek ava kir. Olmez diyar kir ku bi desteka standiye 100 mirîşkên Atak-S kiriye û piştî demekê 100 mirîşkên din kiriye. Olmez daxuyand ku hilberîna van mirîşkan gelekî zêde ye û her yek ji wan di navbera 18 û 20 hefteyan de dest bi hêkan dikin. Olmez dazanîn ku rojê di navbera 100 û 120 hêkan dikin û koliya wê bi 30 TL difroşe.   JI BUHAYÊ YÊM BI GAZINC E   Olmez bilêv kir ku ji ber hatiye gund ne poşman e û got ku ew ji jiyana gund memnun e. Olmez anî ziman ku ew tenê ji buhayê yêm bi gazinc e û ev tişt anî ziman: "Torbê yêmên mirîşkan ên 50 kîlo ji Cizîrê tînim gund û 140 TL pere lê diçe. Ez tenê yêm didim mirîşkan dawiyê wan berdidim nav xwezayê."