Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir 2020-05-26 09:07:26 MÊRDÎN - Karmend Husnu Acay ê 55 salî piştî bi KHK'ê îxrac bû, li gundê xwe dest bi hilberîna gubre kir.  Li Gundê Buhêrkê yê Navçeya Artuklu ya Mêrdînê Husnu Acay ê 55 sali piştî bi KHK'ê ixrac bû dest bi hilberîna gubreyê bi zîro kir. Acay, ku du salin gubreyê bi zîro hildiberîne, niha debara xwe bi gubre dike. Acay, di sala 2018'an de bi KHK'ê ji karmendiya dewletê hat îxrackirin û li gund dest bi hilberina gubre kir. Husnu Acay, li ser pêşniyara kurê xwe Arjîn Acay (24) ji DYA 150 hezar zîro anî gund û dest bi hilberîna gubre kir. Piştî li gund 80 hezar TL li tesîsa hilberîna gubre xerç kir, niha gubreyê organîk çêdike. Acay, anî ziman ku ew gubreyê bi zîro yê organîk hildiberîne û tona gubre bi 4 hezar û TL difiroşe çotkar û rençberan.    Acay, li ser girîngiya gubreyê organik rawestiya û anî ziman ku ji bo çotkar û rençberan gelek baş e. Acay, parast ku ev gubre ji bo tenduristiya mirov jî gele baş e. Acay, da zanîn ku gubreyê bi zîro axa mirî jî zindî dike û bereketa axê pir zêde dike. Acay, anî ziman ku dema zîroyan baş xwedî dike di du mehan de tonek gubre hildiberine û tonek gubreyêzîroyan têra 20 dolim zevî dike. Acay, bibîr xist ku di şert û mercên asayî de divê dewlet piştgiriyê bidin kesên ku vî gubreyî hildiberîne, lê dewlet piştgiriyê nade kesên ku li herêmê hilberînê dike.    Arjin Acay ê 24 salî jî anî ziman ku hilberina gubreyê bi zîro gelek zor û zahmet e û her ji 3 rojan carekêxwarinê dide ziroyan û kedek mezin ji bo vî karî lazim e. Acay, da zanîn ku pêwist e her roji sibê û êvarî gavê bide wan û wiha got: " Me 150 hezar zîro ji DYA anîn. Ev zîro her ji 2 mehan carekê zêde dibin. Her 2 mehan carekê duqat zêde dibin. 2 salin em vî karî dikin. niha nêzî 1 milyonek zîrokên me hene. Em zîroyan di depoyên taybet de xwedî dikin. Depo 30 cm ji erdê bilind in. Li bin depoyan pergala elekê heye. Em bê navber vê pergala elekê didin xebitandin. Gubreyê ku zîro çêdikin di moxilê re dikeve xwarê. Di her dolabekê de nêzî 300 hezar zîro hene. Her ku zêde dibin ew dolabên wan jî zêde dikin. Em xwarina wan jî dema çayê fêkî rêxa heywanan, qalikê zebeşan û bermahiya xwarinê em didin wan. Ev zerarê nede xwezayê jî."    MA  /  Omer Akin