Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir 2020-05-26 09:07:30 AMED – Di ser encamgirtina çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de dest pê kir û bi tevlebûna hezaran girtî û siyasetmedar berdewam kir re salek derbas bû. Bi hezaran girtî û siyasetmedarên Kurd salek berê îro li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn. Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag, ku ketibû grevê diyar kir ku tecrîd tenê bi têkoşîna hevpar dikare bi dawî bibe.    Salek berê îro di 26'ê  Gulana 2019'an de bi hezaran girtiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd ên ji bo tecrîd bi dawî bibe ketibûn greva birçibûnê û rojiya mirinê, li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîbûn. Di ser berxwedan û encamgirtina çalakiyê re salek derbas bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye gelek caran tecrîd lê hat girankirin. Gelek caran rastî tundî û îşkenceyê hat. Porê Ocalan hat jêkirin û xwestin wî jahrînî bikin. Gelek caran bi mehan û salan parêzer nekarîbun biçin hevdîtinê. Bi mehan û salan malbat nekarîbûn biçin hevdîtinê. 21 salan qet sûd ji mafê telefonê negirt. Pirtûk, rojname, û kovar  hatin sînorkirin. Radya û televîzyon hatin sînorkirin. Name jêre nayên şandin. Ocalan niha 21 salin dîsa di tecrîdê de tê girtin.    BERXEWDANA 12'Ê ÎLONÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIR   Piştî hevdîtinên li ser Ocalan qut bûn di 12'ê îlona 2012'an de girtiyên PKK'ê û PJAK’ê dest bi grevê kirin. Piştî çalakiya 68 rojan li ser banga Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kir. Di 3'ê Çileya 2013'an de heyeta ku wekila BDP'ê Ayla Akat Ata û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî di navde bûn çûn Îmraliyê û  bi Ocalan re hevdîtin kirin.     PEYAMA OCALAN A NEWROZA 2013'AN RÊYEK NÛ VEKIR   Ocalan, di Newroza 21'ê Adara 2013'an de bi rêya heyetê peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk peyam şand. Ocalan diyar kir ku êdî dema çekan bi dawî dibe û divê bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk pirsgrêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Heyet 22 caran bi Ocalan re hevdîtin kir û Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demoratîk û aştiyek bi rûmet peyam şand.    Ocalan di di 07'ê Hezîrana 2013'an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê mîsogerkirin. Ocalan di 9'ê Adara 2014’an de dîsa bang li AKP'ê kir û got: "Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan tekoşiyam. Hewce be ezê 40 salên din têbikoşim. Divê hêza dewletê ya çareseriyê hebe. Ev ne meseleya bazarê ye. Ev meseleya peymanê ye. Divê di vê peymanê de wekhevî, bi hevrebûn, eşq, sinc, estetik û azadî hebe."      Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di di 28'ê sibata 2015'an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22'ê Adara 2015'an de Serokomar Erdogan li dijî peymana Mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da û got: "Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me. Ez wê civînê rast nabînim û pêvajo xera kir.    Ocalan piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5'ê Nîsanê de hevdîtin kir û carek din heyet neçû Îmraliyê.    8 SALAN DERIYÊ ÎMRALIYÊ LI PARÊZERAN HAT GIRTIN    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Piştre li Hewlerê Endamê HDP'ê yê Hewlerê Nasir Yagiz, li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kirin. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok li Kelara Germiyan Herêm Mehmûd dest bi grevê kirin. Di 1'ê Adarê de bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin.    Piştî di 2'ê Gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin, Leyla Guven di roja 200'an de, Nasir Yagiz di roja 187'emîn de, li Strasbourgê 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 161'an de, girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê di roja 162'an de, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 127'an de, Herêm Mehmûd, di roja 92'an de, bi hezaran girtiyên di 1'ê Adarê de dest pê kirin di roja 87'emîn de çalakiya xwe bi dawî kirin.    Dîsa 15 girtiyên li girtîgehên cuda yên di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin, û koma 2'yemîn a 15 girtiyên di 10'ê Gulanê de dest pê kir, li ser banga Ocalan çalakî bi dawî kirin.    7 JÊ GIRTÎ 8 KESAN LI DIJÎ TECRÎDÊ DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN   Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.     PIŞTÎ ÇALAKIYÊN FEDAÎ Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA HEZARAN HEVDÎTIN PÊK HATIN   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarîbûn hevdîtinê pêk bianîna, piştî çalagiyên greva birçîbûnê di serlêdana 810'an a 2'ê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha her dem bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster di tamirê de ye", “OHAL heye” 810 caran serlêdanê wan hatibû redkirin. Herî dawî parêzerên Ocalan di 2'ê Gulanê de hevdîtin pêk anîn. Ocalan piştî çalakiya greva birçîbûnê di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê hezîranê û 7'ê Tebaxê de hevdîtin pêk anî. Malbatan jî di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxê de hevdîtin pêk anîn. Parêzer ji 7'ê Tebaxê heta niha her çend serlêdan kiriye serlêdan bê bersîv mane. Malbat jî ji 12'ê Tebaxê heta niha serlêdanên wan hatine redkirin. Herî dawî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên siyasî yên li Îmraliyê di 21'ê Cotmehê de cezayekî nû yê dîsîplînê birîn. Parêzerên Ocalan, anîn ziman ku ceza tê veşartin û naveroka wê nizanin.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa bê bersîv hat hiştin. Piştî çalakiya 200 rojan parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê. Ocalan di hevdîtina 2'ê Gulanê de dîsa bal kişand ser peyama Newroza 2013'an û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet amade ye.    Ocalan di hevdîtina 22'ê Gulanê de jî herî dawî di hevdîtina 7'ê Tebaxê de jî peyam bi rêya parêzeran şand û diyar kir ku ew ji bo aştî û çareseriya demokratîk amade ye. Ocalan, di hevdîtina 12'ê hezîranê de got: "Kurd bê Tirk û Tirk jî bêyî Kurd nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Ocalan dîsa diyar kir ku çareserî di yekîtiya gelê Kurd û Tirk de û gelê Mezopotamya û Anatoliyê de pêkan e. Ocalan dîsa got "Ya Esas û çareseriyê Siyaseta demokratîk e."    Ocalan di hev hevdîtina dawî ya 7'ê Tebaxe de got yekîtiya Kurd û Tirkan li Xelat û Malazgirtê dest pê kiriye û heta Makeqanûna 1921'an berdewam kiriye. Ocalan xwest dîsa li ser esasê Makeqanûna 1921'an meseleya Kurd çareser bikin. Ocalan xwest aqilê dewletê têkeve nava hewldanê. Lê piştî vê peyama Ocalan di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Wan Mêrdîn û Amedê kirin û li aliyê din li Herema Kurdistana Federe  operasyona Pençe 3 berdewam kirin. Vê hewldana qeyûm û operasyonên eskerî û siyasî pirsa "Gelo hikûmeta Tirkiye wê dîsa di şer de israr bike" anî aqilan.   'BI BERXWEDANÊ TECRÎD ŞIKEST'    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, çalakiyan û encama çalakiyên salek berê nirxandin. Dag, anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan terîdkirina gel e û wiha got: "Min dema dest bi çalakiyê kir, min xwe jî di bin terîdê de hîs kir û ketim çalakiyê. Em dizanin di heman demê de tecrîd hamleya ji bo perçekirina tevgera azadiya gelê Kurd û tevgera azadiya jinê ye. Ez jî wê demê wekî jinek ciwan ketim greva birçîbûnê. Em dizanin û bawer dikin ku aramî, aştî û azadiya gelê Rojhilata Navîn di azadiya Ocalan re derbas dibe. Wê demê berxwedanek bi rêxistin pêş ket û berxwedan bi ser ket. Yên li ber xwe dan bi ser ketin. Niha jî pêwistî bi berxwedanek bi rêxistinî heye. Dema em ketin grevê me siyaseta jiyanê pêş xist. Ji bo her kes azad û aram bijî me dest bi çalakiyê kir. Hem ji bo azadiya gelê Krud û hem jî ji bo azadiya tevgera gelê Kurd bijî em ketin grevê."     TECRÎD DIDOME    Dag, anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan didome û wiha bi dawî kir: "Tecrîd tenê bi hevdîtina parêzer, telefon û malbatan bi dawî nabe. Divê jin, ciwan, û hemû kesên azadiyê dixwazin, ji bo azadiya fikr, raman, siyaset û jiyana azad li dijî tecrîdê derkevin. Ji ber ku tecrîd li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Îro polîtîkaya tacîz û tecawiza li ser jinan tê ferzkirin jî girêdayî tecrîdê ye. îro şerê heyî jî girêdayî tecrîdê ye. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi têkoşînek hevpar, bi rêxistin û demdirêj heye."    MA / Arjîn Dîlek Oncel