Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye 2020-05-26 10:31:50   WAN –Li Wanê hejmara kesên testa wan a korona pozîtîf derketin gihîşt 478’an. Ji ber koronayê 10 kesan jiyana xwe ji dest da. Niha 18 hezar kes di karantînayê de tê ragirtin.   Li Wanê heta niha 10 kesan ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest da û testa koronayê ya 478 kesan jî pozîtîf derket. Li du gundan ji ber şîn hatiye dayîn hejmara kesên bi koronayê dikevin zêde dibe. Niha 18 hezar kes ji bo parastina ji koronayê di karantînayê de tê ragirtin. Ji 5’ê gulanê ve li gundê Siyavan a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê malbata Eraygen û li taxa Emînpaşa a ya navçeya Artemêtanê ya Wanê malbata Gulçek şîn danîne û tê gotin bi dizî van şînan danîne û hejmara weqayan her roja ku diçe zêde dibe. Li Siyavanê hejmara weqayan derketiye 128 kesan û li taxa Emînpaşayê jî hejmara weqayan derketiye 35 kesan.