Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir 2020-05-29 10:16:38   MÊRDÎN - Birayê Qeymeqam û Qeyûmê Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk, Alî Haydar Safîturk, diyar kir ku Amîrê Midûriyeta Polîsan ê Dêrikê bûye sedema kuştina birayê wî û wiha got: "Amîrê Midûriyeta Polîsan ê Dêrikê bombe xist bin qoltixa birayê min."    Birayê Qeyûm û Qeymeyamê Navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammed Fatih Safiturk, Alî Haydar Safîturk têkildarî kuştina birayê xwe agahi parve kirin. Alî Haydar Safitûrk, li ser hesabê Facebook agahî parve kirin û wiha got: "Berpirsiyarê bombeya ku bû sedema kuştina birayê min Amîrê Midûriyeta Polîsan ê Navçeya Dêrikê Mustafa Hakan Kutluay e. Midûrê Polîsan ê Dêrikê Mustafa Hakan Kutluay bombe di bin qoltixa birayê min de bi cih kiriye.  Alî Haydar Safîturk wihagot: "Qeymeqamê ku bi eşqa xizmetê ji welatê xwe û miletê xwe hez dikir, di saeta mesaiyê de ji aliyê Amîrê Midûriyeta Polîsan a Navçeyê Mustafa Hakan Kutluay ve bi bombeyê hat şehîtkirin.  Di 3 salan de zêdeyî 20 caran em 1500 km rê çûn û tev li danişînê bûn. Lê encam netiştek. Gelek xaînên ku ji xwîna qeymeqam zikê xwe têr dikin hene."   Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk 3 sal û 6 meh berê di 10'ê Mijdara 2016'an de li meqamê xwe hatibû kuştin. Safîturk, di encama teqîna bombeya di odeya wî de hatibû bicih kirin, jiyana xwe ji dest da. Li gel ku 3 sal  û 6 meh borîn, lê hêj nakokiyên dosyayê zelal nebûne. Hêj kujer nehatiye ronîkirin. Piştî kuştina Safîturk 71 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 15 kes jê hatibûn girtin. Par Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê biryar dabû. Dadgehê derbarê 14 kesan de biryara beraatê dabû û 2 caran cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê li Şefî Şerîf Mesûtoglû ku berê şefê nivîsgeha qeymeqamtiyê bû birî bû. Piştî dadgeha îstinafê biryara dadgeha herêmî xera kiribû, Devran Aslan, Fîkret Bagî, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Nûrseş Eser, Zûhal Dalçîn, Zînet Erdaş û Mehmet Denîz ji nû ve hatibûn darizandin. Danişîna dozê dê di 21'ê Mijdarê de bê dîtin.    GELEK DELÎL HATIN REŞKIRIN   Di dosyayê de heta niha gelek delîl hatin reşkirin. Derket holê ku îfade li dijî qeydan hatine girtin û bêyî parêzer û Baroya Mêrdînê îfadeya kesan hatiye girtin. Derket holê ku piştî kuştina Safîturk, Mehmet Alî Gezgîncî û Devran Aslan ku der barê wan de 5 rojan qedexeya parêzeran hatibû girtin, bêyî parêzeran îfadeya wan hatiye girtin û îfadeya Gezgincî di 12'ê mijdarê de û îfadeya Aslan jî di 13'ê mijdarê de bêyi parêzeran hatiye girtin. Di girtekan de hat diyar kirin ku îfadeya Gezgincî di bin çavdêriya parêzer M.B. ku Baroya Mêrdînê erkdar kiriye de hatiye girtin. Îfadeya Aslan jî ji ber M.B. li dervê bajar e belgeya erkdariyê daye. Lê derket holê ku Baroya Mêrdînê belgeya peyvirdariyê nedaye M.B û malbatan ew parêzer negirtiye.