Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin 2020-05-29 12:29:06 ENQERE – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji ber gotinên wî yên li dadgehê derbarê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de lêpirsîneke nû da destpêkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta gotinên wî yên nivîskî yên parastina daneşîna 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ya di 15’ê çileye de derbarê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de lêpirsîneke nû da destpêkirin.   Serdozgeriyê, gotinên “Rêveberê operasyona li dijî min Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ye. Hûn ê li pêşberî darazê hesab bidin.” Demîşraş ji bo lêpirsînê hincet nîşan da. Dozgeriyê, girtekên çareseriyê yên parastina nivîskî ku Demîrtaş di 15’ê çileyê de ji 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê re şandine jî xwest. Di çarşoveya lêpirsînê de parvekirinên ku li ser hesabê Twîtterê “Parastina Demîrtaş” hatine kirin jî li dosyayê hatin zêde kirin. Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman, li ser hesabê xwe yê medya civakê lêpirsînê ragihand. Parvekirina Karaman wiha ye: “Me dît ku li gotina, ‘hûn ê li pêşberî darazê hesab bidin’ jî lêpirsîna ‘terorê’ hatiye vekirin, şikur. Em dubare bikin wê demê hûn ê ji bo vê lêpirsînê jî li pêşberî darazê hesab bidin.”