Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket 2020-05-29 14:16:56 AMED - Di çayfiroşê Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Amedê de vîrûs derket. Piştre 4 zabite bi gumana vîrus bi wan re heye rakirin nexweşxaneyê.  Li Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çayfiroşê Daîreya Zabiteyan de vîrûs derket. Piştî çayger rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê, di desta wî de vîrûs hat dîtin. Pişti wê 4 xebatkarên zabita bi şik û gumana vîrû bi wan re heye rakirin nexweşxaneyê. 4 zabi li benda encama testê ne.    Di meha Nîsanê de jî di 4 personelên şaredariyêde vîrûsa Covid-19 hatibû dîtin.