Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin 2020-05-30 08:12:23   MÊRDÎN – Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, bi hinceta ji derveyî qawîşê hejmar nedayîn lêpirsîna dîsîplînê derbarê 19 jinan de hat dest pê kir. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, rayedarên girtîgehê bi hinceta ku ji derveyî qawîşê hejmar nedayîn lêpirsîna dîsîplînê derbarê 19 jinan de, dest pê kir. Jinan bi navbeynkariya parêzerên xwe, derbarê lêpirsîna li wan hat vekirin de agahî dan û gotin: “Rayedarên girtîgehê bi şewba vîrûsê re ji wan daxwaz kir ku ji derveyî qawîşê hejmara bibin. Çend heftiyên dest pê kê me hejmar ji derve da. Me got dibe ku ji ber vîrûsa koronayê demkî be. Lê her ku derbas bû, me ferq kir ku rêveberiya girtîgehê hewl dide vê rewşê daîmî bike. Ji ber vê yekê êdî em tevlî hejmara ji derveyî qawîşê nebûn. Midûrê nû hatiye girtîgehê, dixwaze hejmar ji derveyî qawîşan bê dayîn. Lê me ev nêzîkatî qebûl nekir. Ji ber vê derbarê me de lêpirsîna dîsîplînê vekirin.”