Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine 2020-05-30 09:09:06 ŞIRNEX - Li gundên Qilebanê welatiyên ku diçin zozana dest bi topkirina gihayan kirin û ji niha ve haziriyên zivistanê dikin.  Li gundê Elemûn ê Qilebana Şirnexê, welatî ji niha ve dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirine. Şêniyên gund her sal diçin quntarên çiyê û zozanan konên xwe vedidin. Welatiyên li herêma Bêdkar û Geremûsê kon vedane, gava erzaqên wan kêm dibin an jî diqedin bi qantiran dadikevin ser rêya Qileban-Bêşebabê. Li vira erzaqên ku bi wesayîtan anîne li qantiran bar dikin û cardin berê xwe didin deverên ku kon lê vedane.    Welatî şeveqê zû dest bi çinîna gihayê hêlizê dikin.    Medenî Olmez, anî ziman ku piştî berf dihele tên gihayan berhev dikin û got: "Hin kes heya berf dibara giha didirûn. Hin jê jî du hefteyan li ser hev berhev dikin û diçin. Em hem hêlizê hem jî pelên çilo didin heywanên xwe." Olmez, diyar kir ku şeveqê saet di 4'an de dest pê dikin heya 5'ê êvarî dişixulin û got: "Ji ber ku gundê me 15 kîlometreyan dûrî vira ye û ji ber ku rê nexweş e em nikarin biçin û bên. Em heya payizê li van deran dimînin."    ROJÊ 100 BALYE   Olmez, bilêv kir ku rojê 80-100 balye giha berhev dikin û got: "Balye bi 5-6 TL'yan tê firotin. Hin kes ji bo heywanên xwe berhev dikin hin kes jî ji bo firotinê. Li vira her malbat dizane wê biçe li kuderê hêlizê berhev bike. Kes naçe ji qada kesên din berhev nake. Ev her sal wiha ye."    Celîl Olmez ku sewalvaniyê dike jî anî ziman ku çend caran çûye Stenbolê lê belê îdare nekiriye û got: "Metrepol çi qas xweş dibin bila bibin lê ne bi qasî axa me ne. Li vira aramî heye. Dibe ku karê em li vira dikin zehmetir be, lê ji metrepolan çêtir e. Jiyana li vira pir xweş e, em jê hez dikin."    BI QANTIRAN DIBIN GUND    Olmez, anî ziman gihayê berhev dikin heya zivistanê li çiyê dihêlin û got: "Heya hişk nebin em wan nabin. Heya me li vira bin qantirên me jî li vira ne. Gava berf dest pê dike em gihayê xwe li pişta qantiran dikin û berê xwe didin gund."    MA / Mahmût Rûvanas