Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin 2020-05-30 09:09:09 WAN - Robarên Akkopru, Kirman û Kûrûbaş saloqat çop, bermayî, hafriyata înşeatan û ava gelek qenalîzasyona ber bi Gola Wanê ve dibin.  Gelek robar tevî çop û bermayiyan ber bi Gola Wanê ve diherikin. Yek ji van robaran jî Akkopru, Kirman û Kûrûbaş û qenala dîrokî Qenala Şamranê ye. Ev qenal û robar tevî çop û bermayiyên xwe ber bi Gola Wanê ve dherikin. Kîjan robar ber bi golê ve diherike bi xwe re xalî, kîsik, lastîk, pêlav, sînger, amûrên lastîkî hwd. tîne.    Heya niha bi qasî hatiye tespîtkirin di Gola Wanê de 139 celeb giyanewerên nebatî û heywanî di Gola Wanê de dijîn. Lê belê ji ber ku rojê bi tonan çop û bermayiyên din tên tev li nav ava golê dibin, ev yek tesîrî li van nebat û giyaneweran dike.    Her wiha robarên Akkopru û Kûrûbaş jî ji ber ku bi bermayiyên înşeatan û qenalîzasyonan hatine qirêjkirin, havînan bêhneke genî ji wan tê. Lê belê tişta êşbar ew ku cihê ku robar û digihên hev bi xwe ye ku dîtin û gotin nabe yek.    MA / Ozlem Yayan - Mesût Babci