Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin 2020-05-30 09:09:11 MÊRDÎN – DEDAŞ'ê ji 14'ê Gulanê ve ceryana gelek gund û taxên Mêrdînê biriye. Ji ber vê girtiyên astim bi wan re heye û mecbûr in makîneya dûkelê bi kar bînin, ji roja ku ceryan hatiye birîn nikarin tedawî bibin. Mehmet Irmak ê astim pê re heye got: "Nikarim bê av û oksîjen îdare bikim."    DEDAŞ'ê di 14'ê Gulanê de bi hinceta "Cotkaran deynê ceryanê yê bîrên xwe yên avê nedane" ceryana nêzî 40 gundên navçeya Dêrik û Qoserê birîbû. Ji ber vê gundî nikarin ava vexwarinê jî ji bîrên xwe bikişînin. Her wiha ji ber ceryanê jî girtiyên nexweş ên astim bi wan re heye û divê makîneya biharê bi kar bînin, nikarin makîneyên xwe yên dûkelê bi kar bînin.    Li gundê Kovali yê Dêrikê Vecdîn Dogan, diyar kir ku ji ber ceryan hatiye birîn bê av mane û got, deynê wan tuneye lê ceryana wan hatiye birîn. Dogan, anî ziman ku DEDAŞ ew mexdûr kirine û got: "Em her roj avê dikişînin. Em nikarin serê zarokên xwe bişon. Vîrûsa coronayê heye heger em paqijiyê nekin wê nexweşîn jî hebe."    ‘EM DIKIN ÇETEYA DEDAŞ'Ê DIXWE'    Şêniyê gund Reber Adal jî got: "Ji ber avê em rezîl bûn. Em nizanin em ê çi bikin. Em ava van bîran tînin." Mûstafa Mamo jî destnîşan kir ku deynê wan tuneye lê dîsa jî ceryana wan hatiye birîn û got: "Em dişixulin, lê em ji bo çeteya DEDAŞ'ê dşixulin. Kes dengê em nabihîse. Çavê DEDAŞ'ê kê bibire ceryana wan dibire."    ASTIM PÊ RE HEYE NIKARE TEDAWÎ BIBE    Li gundê Welikê Mehmet Irmak ê astengdar û nexweşîna astimê pê re heye, anî ziman ku ji 14'ê Gulanê ve bê ceryan in û ji ber astim pê re heye nikare makîneya dûkelê bi kar bîne û got, bê av û oksîjen nikare îdare bike.    Keça wî Zeynek Irmak alîkariya wî dike û got: "Ceryan diçe em nikarin tiştekî bikin. Bêhna wî diçikê. Nikarim wî bibim cihekî. Em nikarin paqijiya wî bikin."    MA  /  Ahmet Kanbal