Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin 2020-05-30 10:45:47 ENQERE - Serdozgerê Herêma Hennepînê Mîke Freeman, ji bo polisê ku George Floyd kuşt û hat girtin Derek Chaûvîn ji ber ku sûcê cînayeta di asta sêyemîn de û kuştina mirov kiriye 35 sal ceza xwest.   Serdozgerê Herêma Hennepînê Mîke Freeman, cezayê ku ji polisê spî Derek Chaûvîn ku bi çôka xwe welatiyê reşik ê Amerîkayê George Floyd fetisand re dixwest diyar bû. Serdozger, ji polise kujer Derek Chaûvîn re 35 ceza xwest. Chaûvîn, wê bi sûcê cînayeta di asta sêyemîn de û kuştina mirov bê darizandin.   DOZNAMEYA HERÎ BI LEZ   Piştî bûyerê Chaûvîn re 2 polisên din ên kêliya bûyerê mudaxaleyî Chaûvî nekiribûn jî ji peywirê hatin girtin. Lê gel vê yekê jî polisê kujer Chaûvîn nehatibû girtin. Li ser vê yekê gelek çalakî hatibûn lidarxistin û hatibû xwestin ku Chaûvîn bê girtin. Piştî vê yekê Chaûvîn hat girtin û di dîroka Amerîkayê de derbarê wî de doznameya herî bi lez hat amadekirin û jê re 35 sal ceza hat xwestin.