Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin 2020-05-30 13:26:10 AMED  - Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan aqûbeta Hasan Ocak ê di sala 1995'an de hat revandin û kuştin pirsîn û xwestin kujerê Ocak bê dîtin û darizandin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe di hefteya 590'an de berdewam kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê dîsa bi sedema vîrûsa Covît-19 çalakiya xwe li ser hesabê medya civakî bi vîdeoyekê parve kirin. Di vîdeoyê de bal kişandin ser Hasan Ocak ê di sala 1995'an de li Stenbolê hat revandin û kuştin.  Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa îHD'ê a Amedê Prz. Hasan Yalçin, diyar kir ku piştî Hasan Ocak hat revandin û binçavkirin, malbatê serî li hemû sazî û dezgehan da û wiha got: "Di nivisa fermî ku îmzeya Wezîrê Karên Hundir Nahit Menteşe, Midûrê Gişti yê Polîsan Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçıoglu  û Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzir hat gotin ku 'Hasan Ocak qet nehatiye binçavkirin. Wekî sucdar li wî nehatiye gerîn." Li gel hemû astengiyan malbatê piştî 58 rojan cenazeyê Hasan Ocak li Goristana Bêkesan a Altınşehirê dîtin. Dema malbatê cenazeyê Hasan Ocak dîtin, Ocak rastî îşkenceya giran hatibû. Lê dîsa radeydaran binçavkirina Ocak red kirin."    Yalçin, di hefteya 590’an de dîsa bang li dozgerî, Wezareta Dadê û rayedaran kir û xwest kujerên Hasan Ocak bê dîtin û darizandin.