Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin 2020-05-30 14:05:03 MÊRDÎN – Li goristana komî ku li navçeya Kerboranê hat dîtin de kilox û hestiyên 40 kesan hatin tespîtkirin. Hestiyên ku hatin berhevkirin ji bo lêkolînkirinê dê ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re bên şandin.   Piştî serlêdana dozgeriyê, derbarê gora komî ku li şikefteke mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatin dîtin de lêkolîn hat kirin. Çûndina herêmê ket bin kontrola cendirmeyan û destûr nayê dayîn ku tu kes derbasî herêmê bibe. Îrfan Yakût ku derbarê gorê de serî li dozgeriyê da, bi parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê re hat cihê bûyerê. Lê dozgeriyê dema lêkolînê destûr da ku tenê Yakût derbasî cihê bûyerê bibe.   40 KILOX HATIN BERHEVKIRIN   Piştî lêkolîna ku li şikeftê hat kirin, hestiyan kirin kîsan û birin Edliya Kerboranê. Wê hestî ji vir jî ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin. Agahî hat bidestxistin ku bi giştî 40m kilox û hestî hatine berhevkirin. Derbarê mijarê de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û hat hînbûn ku derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê hatiye dayîn.   YAKÛT: DIBE KU HESTIYÊN BAVÊ MIN JÎ DI NAV DE BIN   Yakût ku lêkolîna hat kirin di cih de şopand, diyar kir ku bavê wî Yahya Yakût di sala 1993’an de hatiye windakirin û wiha got: “Berê jî em li herêmê digeriyan lê me hestiyan nedidît. Di 28’ê gulanê de dema ku em dîsa li herêmê digeriyan, li pêşiya şikeftê me hestiyan ferq kir.”   Yakût, da zanîn ku bi fikra ku hestiyên bavê wî jî di nav hestiyên hatine dîtin de hebin serî li dozgeriyê daye û ev tişt anî ziman: “Min serî li dozgeriyê da, niha hestiyan girtin û wê bişînin testa DNA’yê. Dema lêkolînê 40 kilox hatin dîtin. Em hêvî dikin ku ne hestiyê bavê me be jî hestiyên hin kesên din bin. Çi dibe bila bibe derketina holê ya vî tiştê wê ji bo herkesî bi xêr be.”   ÎHD: DIBE KU HESTIYÊN SALÊN 1990’Î BIN   Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz ku destûr nehat dayîn biçe herêma bûyerê jî bi lêv kir ku ew di fikrê de ne ku hestiyên hatine dîtin hestiyên kesên ku di salên 1990’î hatine windakirinin û wiha got: “Dibe ku hestiyên hatine berhevkirin hestiyên kesên ku di çarçoveya Doza JÎTEM’ê ya Mêrdînê ku li Semsûrê berdewam dike de hatine windakirin bin jî. Beriya niha hestiyên 7 kesan hatibûn dîtin lê hestiyên 3 kesan nehatine dîtine. Em difikirin ku hestiyên kesên hatine windakirinin. Di encama testên DNA’yê de heke li hev bên dê daxwaz bikin ku dosyayan bikin yek.”