Hevserokên HDP'î hatin berdan 2020-05-30 18:41:47   ÊLIH – Hevserokên HDP'a Êlihê Omer Kûlplû û Fatma Ablay ku duh êvarî hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê "qedexekirina derketina derve" hatin berdan.      Polîsan duh êvarî avêtibû ser avahiya HDP'ê ya Êlihê. Piştî avêtina ser avahiyê Hevserokên HDP'a Bajêr Omer Kûlplû û Fatma Ablay hatibûn binçavkirin. Her du hevserok îro piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr sewqî edliyayê hatibûn kirin. Her du hevserok piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê "qedexekirina derketina derveyî welat" hatin berdan.    Li gor agahiyên ku ji parêzeran hatin girtin, di lêpirsînê de ji hevşaredaran tevlîbûna wan a şîna, poster û wêneyên li avahiya HDP'ê hatibûn desteserkirin hatine pirsîn.