Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî 2020-05-31 21:13:32   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê 25 kesên din jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Yekûna kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane derket 4 hezar û 540 kesî û hejmara kesên ku pê ketine jî derket 163 hezar û 942 kesî. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên rojane yên vîrûsa koronayê yên li Tirkiyeyê, li ser hesabe xwe yê twîtterê bi tablo parve kir. Li gorî vê yekê di 24 saetan de 25 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 839 kes jî pê ketine. Bi van encaman re yekûna kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane derket 4 hezar û 540 kesî û hejmara kesên ku pê ketine jî derket 163 hezar û 942 kesî.