Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e 2020-06-01 09:12:35 RIHA - Siyasetmedarê Kurd û Serokê Partiya Demokratîk (DEP) yê Rihayê Muhsîn Melik 26 sal berê li gel ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz hat kuştin. Li gel 26 sal borîn hêj kujer nehatiye ronîkirin û darizandin. Bira Farûk Melîk anî ziman ku bi hinceta "Faîl nediyar in" dosya xistine nava refan û got: “Birayê min netirsiya û terk nekir. Her dem têkoşiya. Ji ber vê yekê hat qetilkirin."  Siyasetmedarê kurd, sazumankarê ÎHD'ê ya Rihayê û Sazumankarê HEP û Serokê Partiya Demokratîk (DEP) yê Rihayê Muhsîn Melîk di 2'ê Hezîrana 1994'an de li Rihayê li gel ajokarê xwe di êrîşa çekdarî de hat kuştin. Di ser kuştina Muhsîn Melîk re 26 sal borîn, lê heta niha kujerê wî nehatine darizandin. Melîk di sala 1951'an de li Gundê Açmali ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gund xwend. Di sala 1970'an de Beşa Çandiniyê ya Zanîngeha Çukurova xwend. Melîk di sala 1968'an de tev li nava têkoşîna siyasî bû. Melîk piştî tev li têkoşîna siyasî bû li Amedê dest bi xebatê kir û yekem car li vir hat binçavkirin. Piştî lêpirsînê hat girtin û 2 mehan li Girtîgeha Amedê girtî ma.  Melîk piştî 2 mehan girtî ma, fikr û jiyana wî hat guhertin. Melîk piştî girtina 2 mehan bêtir tev li têkoşîna siyasî bû. Bêtir di nava têkoşîna şoreşgeriyê de cih girt. Li gel hemû zext û tundiyan gav paşve navêt. Piştî sirgûnî Çankiri bû, demek pir kin îstîfa kir û vegeriya Amedê. Demek şûnde li Rihayê bi cih bû û li Rihayê Odeya Çandiniyê ava kir û çotkar bi rêxistin kir. Piştî demekê di nava sazumankariya Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê de cih girt. Di salên 1990’an de ji SHP'ê bû endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Rihayê. Melîk piştî ji SHP'ê 7 parlamenterên kurd hatin îxrackirin, li gel hevalê xwe yê partiyê veqediya û di nava sazumankariya Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih girt. Demekê Serokê Navçeya Navendî ya Rihayê ya HEP'ê kir. Di sala 1991'an de di îtîfaqa SHP û HEP'ê de bû namzetê rêza yekemîn ê Rihayê. Melik, di hilbijartinê de bi 114 dengên kêm winda kir. Piştî HEP hat girtin, di sazumankariya Partiya Demokrasiyê (DEP) de cih girt. Melik,  di sala 1994'an de di heman demê de di nava rêveberiya Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê de jî cih girt.    'EZ ÊRÎŞKARÊ XWE NAS DIKIM'    Melîk, rojek beriya ku wekilê DEP'ê Savaş Buldan hat revandin, di 2'ê Hezîrana 1994'an dema li gel ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz ji malê derdiket û diçû cihê kar ji aliyê hêzên kontra ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest dan. Melik, beriya ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re wiha got: "Ez êrîşkaran bi xwe nas dikim. Ji ber ku demek berê min dişopandin. Ez û wan gelek caran hatin ruqalî hev. Yên ku li ser min gule reşandin polîsên sivîl ên berê ez dişopandim bûn."     BIRYARA DEMBORIYA DOSYAYÊ DAN   Di ser kuştina Muhsîn Melîk û ajokarê wi Mehmet Ayyildiz re 26 sal derbas bû, kujer ronî nekirin û dernexistin pêşberî darazê. Dadgehê herî dawî bi hinceta demborî serdosyayê girt. Di sala 2013'an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê wekî dosyayên gelek kesên kujerên wan nediyar dosya Muhsîn jî ji ref daxist û dîsa dest bi lêpirsînê kir. Li gorî delîlên hatin komkirin û li dosyayê zêde kirin de hat diyar kirin ku Musîn Melîk û ajokarê xwe bi firmana Serowezîra wê demê Tansu Çiller Serfermandarê wê demê Dogan Gureş ve hatine kuştin. Navê Muhsîn û Mehmet wekî kesên "bi şik" derbasî dosyayan bûne. Lê dozger bêyî mijarê ronî bike û kujeran darizîne ser dosyayê girt. Piştî demekê bi hinceta dem borî dosya girt û dîsa xist ref.    DI MERASIMA CENAZEYÊ VEDAT AYDIN DE CIH GIRT    Bira Faruk Melîk anî ziman ku kekê wî xwedî ruhekî tekoşîn û wêrek bû û wiha got: "Dema Vedat Aydin hat qetilkirin û cenazeyê wî li Amedê hat definkirin beşdarî merasima cenaze bûbû. Wê demê di nava girsê de rastî êrîş û lêdanê hatibû. Ew girtin û avêtin zindana Amedê. Piştî demekê girtî ma û hat berdan, bû namzetê parlamenteriya îtîfaqa SHP'ê yê Rihayê. Qezenç kir, lê piştre YSK'ê bi 114 dengan bi wî dan windakirin. Wê demê jî rastî gefan dihat. Ji Walîtî û Qeymeqamiyê re gotibû ku tê şopandin û rastî gefan tê. Lê çeka bi rûhset nedabûn wî."    'WÎ RIHA TERK NEKIR Û LI BER XWE DA'    Faruk Melîk, anî ziman ku beriya kekê wî bê qetilkirin rastî gefan hatibû û wiha lê zêde kir: "Tê bira min. Birayê min Fevzî ji ber bûyerekê hatibû binçavkirin. Rastî îşkenceyê hat. Ez û kekê xwe ji bo rewşa Fevzî fêr bibin, em çûn şaxa Sîyasî. Wê demê Midûrê Şaxa siyasî ji kekê min re got 'Divê birayê we Rihayê terk bike. Divê hûn jî Rihayê terk bikin.' Dîsa gelek caran ji bo Mûhsîn Rihayê terk bike peyam jêre şandin. Lê Muhsîn Riha terk nekir. Wî qada têkoşînê terk nedikir. Terkkirina qada têkoşînê qebûl nedikir. Her dem bi texsiya Toros mala Muhsîn dişopandin. Wê demê plana qetilkirina Muhsîn dikirin. Lê me ferk nekir. Piştre bi çeka sûîkastê ya taybet Muhsîn qetilkirin. Dema polîsan birayê min bir nexweşxaneyê birayê min got: ‘We gule berda min û niha jî hûn dê min bibin nexweşxaneyê?' û li maşîna wan siyar nebû. Welatiyekî birayê min bi birîndarî rakir nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê got 'Polîsê sivîl ku her dim ez dişopandim gule berda min'. Lê walî ev yek înkar kir. Beriya civînek DEP’ê Rojnameya SABAH'ê nûçeyek derbas kir û got: 'Ji bo Serokê DEP'ê Navê Muhsin Melik derbas dibe' Bi vê nûçeyê kuştina kekê min plan kirin. Piştî wê manşetê 3 – 5 roj şûnde Muhsîn qetil kirin. Piştî kekê min hat qetilkirin, li ser navê wî pirtûkek hat çakirin. Ji bo vê pirtûkê dozger bang li bavê min kir. Pirsa pirtûkê ji bavê min kirin. Bavê min jî got 'Brêz dozger hûn ji bo pirtûkê bang li min dikin. Lê ji bo kê kurê min kuşt we bang li min nekir' û bertek nîşanî dozger da. Di ser kuştina kekê min re 26 sal borîn. Cînayetê kujer diyar e. Wê demê ez bi xwe çûm dozgeriyê. Min der barê Serokwezîra wê demê Tansu Çiller, Serokomarê wê demê Suleyman Demirel, Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar de serlêdana sûc kir. Lê ew daxwaznameya min di tariyê de hat hiştin. "   'BÊ EDALETÎ DIDOME'    Xizma Muhsîn Melîk Ferda Oncel  jî anî ziman ku Mûhsîn Melîk di têkoşîna azadiya Kurd de xwedî cihekî taybet e û wiha got: "Yek ji kesên ku ji bo azadî û aştiya gelê Kurd têkoşiya û hat qetilkirin e. Bi têkoşîna xwe dihat nasîn. Di ser kuştina wî re 26 sal borîn. Mixabin navê mamê min Mûhsîn jî di nava kesên faîlên nediyar de cih girt. Bê edaletî hêj didome. Ser dosyayê girtin. Ser kuştinê lêkolîn nekirin û dosya girtin. Ew rûmeta me ye. Em wî bi minet bibîr tînin.