Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê 2020-06-01 09:16:13 AMED – Endamê Konsya Navendî ya TTB’ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku Amed 20 jê li beşa lênêrîna zêde bi giştî bi 200 nexweşan ketiye pêvajoya asayîbûnê û di 10 rojên dawîn de hejmara nexweşan derketiye asta herî bilind. Yerlîkaya, banga paqijî, mesafeya fizîkî û bikaranîna berdevk kir. Piştî bergiriyên ku demeke dirêj li dijî vîrûsa koronayê hatin girtin, îro pêvajoya asayîbûnê ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû aşkerakirin, dest pê dike. Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, derbarê biryara asayîbûnê ya hikûmetê nirxandinan kir.    WÊ HEJMARA WEQAYAN ZÊDE BIBE   Yerlîkaya, bi bîr xist ku li Amedê nêzî 100 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine û wiha got: “Ji destpêka pêvajoya vîrûsa koronayê ve di 10 rojên dawîn de hejmara kesên ku bi virûsê ketine derket asta herî jor. Wê Amed 20 jê li beşa lênêrîna zêde bi giştî bi 200 nexweşan ketiye pêvajoya asayîbûnê û wê hejmara weqayan hê jî zêde bibin. Divê şertên paqijî, mesafeya fizîkî û bikaranîna berdevkan ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine pêşniyarkirin, bi cih bên.”   ASAYÎBÛN ZÛ YE   Derbarê destpêkirina pêvajoya sayîbûnê de Yerlîkaya, diyar kir ku hê zû ye û bêyî ku daneyên tenduristiya gel li ber çav bên girtin, ji ber gumanên aboriyê, biryara destpêkirina pêvajoya asayîbûnê hatiye dayîn û ev tişt got: “Armanca hikûmetê avêtina berpirsyartiyê ya ji ser xwe û avakirina rewşa “Min bi ser xist lê gel careke din belav kir” e. Destpêkirina asayîbûnê ya îro ne rast e. Wê ev nêzîkatî bedel bi me bide dayîn.”   ‘HETA SALEKÊ WÊ BIDOME’   Yerlîkaya, destnîşan kir ku li ser hejmara weqayan nirxandin tên kirin û ev tişt anî ziman: “Hejmara weqayan weke kut ê hêvîkirin kêm nabe. Wê pêvajoya vîrûsê heta salekê jî berdewam bike. Li dijî vîrûsê 2 dermanên ku hatibûn dîtin jî di encama lêkolînan de derket holê ku ne pir bandor in û heta bandoreke neyînî li dil dikin.”   ‘BER BAYÊ MEHÊN HAVÎNÊ NEKEVIN’    Di berdewama nirxandina xwe de Yerlîkaya, bi lêv kir bi vîrûseke ku xiza wê ya belavbûnê zêde rû bi rû ne û wiha domand: “Divê mirov ber bayê mehên havîne nekeve û tevdîrên xwe sist neke. Di mehên havînê de wê belavbûna vîrûsê ya bi destan kêm bibe lê heta tiştekî bi tevahî vîrûsê tune bike nehatiye dîtin.”   HIŞYARIYA PÊLA DUYEMÎN   Yerlîkaya, di dawiya nirxandina xwe de got ku hikûmet dixwaze berpirsyariya xwe bide civakê û banga hişyariya pêla duyemîn a vîrûsa koronayê kir.