Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin 2020-06-01 09:17:15 ÊLIH – Alî Acar ê 63 salî ku ji dilê xwe emeliyata vekirî bûye, bi hinceta ku tevlî Newroza sala 2012’an bûye hat girtin. Ji ber ku bi vîrûsê ketiye piştî qarantînaya 14 rojan Acar şandin girtîgehê.  Li navçeya Hezoyê ya Êlihê, Alî Acar ê 63 salî jî di nav de derbarê 20 kesan de bi hinceta ku tevlî Newroza sala 2012’an bûne, lêpirsîn hatibû vekirin. Di encama darizandina ku li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hatibû kirin, Acar bereet kiribû. Biryara bereetê ku dozgeriyê îttîraza wê kiribû, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin. Piştî vê biryarê dosya, li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê careke din hatibû dîtin û li 20 kesên ku derbarê wan de lêpirsîn hatibû vekirin, bi sûcdariya “li gel ku ne endamê rêxistinê ne jî piştgiriya rêxistinê kirine” 3 sal û mehek û 15 roj ceza hatibû birîn.   XETERA ENFEKSIYONÊ HEYE   Piştî vê biryara cezayê, polisan di 14’ê gulanê de bi ser mala Alî Acar ku bi awayekî vekirî emeliyata dil bûbû de girtibûn û bi hinceta cezayê wî yê hatiye erêkirin, ew binçavk kiribûn. Berî ku bibin girtîgehê testa vîrûsa koronayê ya Acar hatibû kirin û testa wî pozîtîf derketibû. Acar, 14 rojan di bin qarantînayê de ma û ji ber ku testa wî ya duyemîn negatîf derket, şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.    PARÊZER SERÎ DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN DA   Malbata Acar, bertek nîşanî girtina Acar ku xetereya wî ya girtina enfeksiyonê heye da. Malbatê, ji bo rawestandina înfazê serî li dozgeriyê da. Heta niha ji aliyê dozgeriyê ve bersiv nehatiye dayîn. Parêzer Acar jî bi hinceta ku “azadiya fikir û ramanê hatiye binpêkirin” serî Dadgeha Destûra Bingehîn da. Li aliyê din hat hînbûn ku ji ber testa vîrûsa koronayê ya keça Acar pozîtîf derketiye di bin qarantînayê de ye.