Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan 2020-06-01 11:10:44 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, têkildarî mirina girtiyê nexweş Vefa Kartal ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da pirsname da meclîsê û got "Li gorî rapora ÎHD'ê di sala 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gel Kartal bi dehan caran serlêdan kir, lê nehat berdan. Berpirsê mirina Kartal kî ye?"   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevin Coşkun, têkildarî mirina girtiyê nexweş Vefa Kartal ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da pirsname da meclîsê. Coşkûn, anî ziman ku Kartal bi nexweşiya giran bû û 26 salan girtî bû û wiha got: "Kartal bi nexweşiya dil, Hepatit B, mahde, tansiyon, spazma dil, kîst, hemoroit, ulser, reflu, bronşit, gurçik û gelek nexwiyên din bû. Di nava lîsteya ÎHD'ê ya girtiyên nexweşên giran de bû. Kartal ji ber nexweşiya xwe ji bo bê berdan bi dehan caran serlêdan kir. Lê ev serlêdana wî bê encam ma û nehat berdan. Li gori rapora ÎHD'ê di sala 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di meha gulanê de 2 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan."     Coşkun, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne ev pirs dan meclîsê:    * Wezareta we ji mirina Vefa Kartal agahdar e?    * Ma Rêveberiya Girtîgehê ji mirina girtiyan ne berpirsiyar e? Ji kuştina Vefa Kartal kî berpirsiyar e? Der barê kesên berpirsiyar de karên zagonî hatine kirin ya na?    * Vefa Kartal li gel ew qas nexweşiyên xwe çima ew qas salin girtî bû û nehat berdan?    * Bi kijan hincetan girtiyên nexweş nayên dermankirin?    * Vefa Kartal ji bo bê berdan çend çaran serlêdan kir û xwest bê berdan?    * Di vê pêvaja şewbê de hinceta neberdana girtiyên nexweş çiye?    * Di salek dawî de çend girtiyên nexweş hatine berdan?    * Li gorî daneyên Wezareta we di salekê de çend girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane