Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin 2020-06-01 12:01:21 STENBOL - Ji 11’ê adarê ve bi hinceta ku qedexeya derketina derve bin pê kirine, ji aliyê polis, notirvan û zabiteyan ve tundî li 83 ksan hatiye kirin. Li gorî parastvanên mafên mirovan; sedema mezin a tundiyê bêcezahiştin e. Bi pêvajoya virûsa koronayê re tundiya ku ji aliyê polis û notirvanan ve li weletiyan tê kirin ketiye rojevê. Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), di pêvajoya vîrûsa koronayê de ji 11’ê adarê heta 28’ê gulanê, bi hinceta ku qedexeyên derketina derve bergiriyên din ên vîrûsê bin pê kirine, 78 kes ji aliyê polis û notirvanan ve û 3 kes jî ji aliyê zabiteyên şaredariyan ve bi giştî 81 kes tundî, îşkence û memeleya xerab li wan hatiye kirin. Herî kêm 3 zarok ji ber tundiya ku li wan hatiye kirin, hatine tedawî kirin. Dîsa piştî van daneyên THÎV’ê di navbera 28-31’ê gulanê de jî li Dîlok û Stenbolê ji aliyê polis û notirvanan ve 2 kesên din jî tundî li wan hat kirin û hejmara kesên ku tundî li wan hatiye kirin, bi giştî 83 kes in.   BERÊ TUNDIYE GUHERTINE    Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, vê tundiya ku li welatiyan tê kirin nirxandin. Parêzer Gulseren Yolerî, diyar kir ku armanceke dewletê ya rawestandina tundiyê tuneye û wiha got: “Di dosyayên tundiyê de hêzên ewlehiyê tên parastin. Divê bê pirsîn ku dewlet çima pêwistî bi tundiyê dibîne? Armanca dewletê ya bêdengkirinê tundiyê zedetir dike. Tundiya ku heta niha li muxalefetê dikirin niha li kesên ku li hewşa mala xwe rûniştîne dikin. Desthilat bi vê tundiyê hesabê desthilata xwe dike.”   SOYLÛ ÇAVAKNIYA TUNDIYÊ YE   Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci jî da zanîn ku sedema zêdebûna tundiyê polîtîkayên becezahiştinê ne û ev tişt anî ziman: “Bûyerên tundiyê yên hêzên ewlehiyê bi awayekî bi bandor nayên lêkolînkirin. Dozger û dadgerên ku bûyerên tundiyê baş lêkolîn û ceza nakin berpirsyarên vê tundiyê ne. Ji hêzên ewlehiyê re dibêjin ku hûn tundiyê bikin em ê we biparêzin. Gotinên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî bandorê li zêdebûna tundiya hêzên ewlehiyê dikin. Bi aşkera îşkenceyê diparêze. Dibe sedem ku hêzê ewlehiyê jî tundiyê bikin. Tenê girtina dîmenê tundiyê têr nakin, divê kesên ku tundiyê qeyd dikin şahidiye jî bikin û tevlî dozan bibin û ji hêzên ewlehiyê re bibêjin tundî sûc e.”   MA / Nacî Kaya