Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin 2020-06-01 12:51:23 MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, derbarê gora komî ku li navçeya Kerboranê hatibû dîtin, pêşniyazlêkolînek da meclisê û xwest ku bûyer bi hurgilî derkeve holê. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, derbarê gora komî ku li mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di şikeftekê de hatibû dîtin, pêşniyazlêkolînek da meclisê û xwest ku bûyer bi hurgilî derkeve holê.   Dundar, di pêşniyazlêkolîna xwe de bi awayekî hurgîlî qala pêvajoya bûyerên ku faîlên wan ne diyar in kir û ji bo tespîtkirina cenazeyên kesên ku li gora komî hatine dîtin daxwaz kir ku ji aliyê meclisê ve lêkolînek bê kirin û bê hînkirin ku kesên hestiyên wan hatine dîtin kîjan demê û ji aliyê kî ve çawa hatine kuştin.