‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’ 2020-06-02 11:50:51 ÎZMÎR - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku mafê xatirxwestiyê yên girtiyên nexweş ên li gel malbata wan tên binpêkirin û divê têkildarî girtiyên nexweş yasaya înfazê were guhertin. Girtiyên nexweş Sabrî Kaya û Vefa Kartal ji ber ku tedawiya wan pêwîste nehat kirin, di hefteyek dawî de jiyana xwe ji dest dan. Destûr nayê dayîn ku girtiyên nexweş xatirê xwe ji malbatên xwe bixwazin û têkildarî girtiyên nexweş binpêkirina mafê wan didome. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş û divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.   Çîçek da zanîn ku Vefa Kartal ê li girtîgehê çend roj berê jiyana xwe ji dest da li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) hatiye darizandin û tevî hemû serlêdanên ji bo berdana Kartal jî bêencam mane û ev yek bû sedem ku li hepsê jiyana xwe ji dest bide. Çîçek got ne mimkin e ku ew ji bersivên rayedaran ên têkildarî girtiyan fêm bikin.   ‘MAFÊ XATIRXWESTINÊ JÎ BINPÊ DIKIN’    Çîçek destnîşan kir ku cenazeye Vefa Kartal û Sabrî Kaya ku bi hêceta koronayê bêyî malbatên wan hatine veşartin binpêkirina mafê xatirxwestinê ye û got: “Ev binpêkirin cudakariyê radixîne ber çavan. Ji ber nasnameya wan polîtîk e. Li gorî daneyên komeleya me 650 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran li girtîgehan hene. Yên ku baş in jî dema diçin girtîgehê nexweş dikevin. Di hepsan de rewşa wan giran dibe. Tenê ne nexweşînek girtiyên nexweş hene. Bi girtiyek re gelek nexweşîn hene. Loma gelek pirsgirêkan dijîn. Gelek girtiyên nexweş ên giran nikarin bi tena serê xwe bijîn. Bi piştevaniya hevalên xwe dijîn. Heke ku bixwazin ji bo girtiyên nexweş dikarin gelek rêbazan li pêş bixin û wan berdin. Guhertina yasaya înfazê ya derxistin bi newekheviyê re tije ye. Ji ber koronayê girtiyên nexweş nayên dermankirin. Çi ji girtiyan bibe wezareta navxweyî û dadê berpirsiyar in. Dikarin yasayek ji nûve derxin. Divê wekhevî pêk were. Dikarin ji bo girtiyên nexweş yasaya înfazê were guhertin. Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan û li malên xwe werin dermankirin”.