Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm 2020-06-02 11:57:16 STENBOL - Walîtiya Stenbolê, destû neda ne ku Grûp Yorûm di 9’ê Tebaxê de konsere li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bide.  Grûp Yorum berî demekê ragihandibû ku ji bo di 9’ê Tebaxê de li Qada Mîtîngê ya Yenîkapi konserê bide serî li Walîtiya Stenbolê daye. Grûp Yorûm li ser vê yekê duh di hesabê xwe ya medya civakî de ragihand ku ewê di 9’ê Tebaxê de li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê konser bidin. Walîtiya Stenbolê derbarê vê daxuyaniya Grûp Yorûm de daxuyaniyek nivîskî da.     Walîtiyê di daxuyaniya da de, diyar kir ku destûr nedaye ku konser bê li dar xistin.    Endamên Grûp Yorûm Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek bi armanca qedexeyên li ser konserên wan bên rakirin, hevalên wan ên girtî bên berdan û zextên li ser Navenda Çanda Îdîl bi dawî bibin ketibûn rojiya mirinê. Bolek di roja 288’emîn a çalakiyê de, di 3’yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da bû. Gokçek jî di roja  323’emîn a çalakiyê de, di 5’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.