Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn 2020-06-02 14:53:45 RIHA – Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz ê pê re hat kuştin di salvegera 26’emîn de li ser gora xwe hatin bibîranîn. Li Rihayê di 2’ê Hezîrana 1994’an de siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz ê li gel wî di êrişek çekdarî de hatibûn kuştin. Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe yên li Goristana Deriyê Heranê ya li Rihayê di salvegera 26’emîn de hatin bibîranîn. Xizmên Muhsîn Melîk, hevrêyên wî têkoşînê û hezkiriyên wî, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê beşdarî bîranînê bûn. Hevjîna Melîk, Senay Melîk jî bi rêya telefonê ji Enqereyê beşdarî bîranînê bû.   'LI CEM QATILAN CIH GIRTIN’   Parlamenter Ayşe Surucu di bîranînê de axivî û diyar kir ku Muhsîn Melîk ji aliyê “hêzên tarî” ve hatiye qetilkirin û wiha got: “Di wan salên tarî yên 1990’an de bi sedan însan hatin qetilkirin. Li kuçe, li malan, li ber malan, li cade û rêyan însan hatin qetilkirin. Hesabê yek ji van qetilkirinan nehat dayîn. Ji îqtîdara wan rojan bigire heta îqtîdara îroyîn komkujiyan ronî nekirin. Nêzîkatiyek rast nîşan nedan û li cem qatilan cih girtin. Muhsîn Melîk şehîdê demokrasiye ye. Di demên herî dijwar de li vî bajarî serokatiya rêxistinê kir. Ji bo ku gelê kurd bibe xwedî statû gelek xebitî. Lê mixabin hêzên tarî tehamulî vê yekê nekirin û Muhsîn Melîk û hevalê pê re kuştin.”   'EM LI SER RÊYA TE NE’   Surucu bi bîr xist ku Mehmet Ayyildiz jî li gel Melîk di heman êrişê de hatiye kuştin û got: “Xewn û xeyala Melîk azadiya gelê kurd bû. Heta dawiyê jî ji bo vê yekê têkoşiya. Em ê jî di rêya wî de bimeşin û heta dawiyê nirxên ew ji bo wan têdikoşiya biparêz in.”   Bernameya bîranînê bi danîna qerenfîlan û berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.