Dozgîn Temo nehat berdan 2020-06-02 15:07:07   RIHA – Yekemîn daneşîna doza ku derbarê Dozgîn Temo yê dema operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû girtin de hatibû vekirin, hat dîtin. Temo nehat berdan.   Tirkiyeyê, di meha cotmehê ya 2019’an de bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ku ji hêzên paramîlîter pêk tê re êrîşê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Di berdewama operasyonê de hêzên Tirkiyeyê û komên paramîlîter, di 21’ê cotmehê de li gundê Mişrefa yê Eyn Îsayê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) dîl girtibûn. Piştre Temo anibûn Tirkiyeyê û wê girtibûn.   TEMO PARASTIN KIR   Yekemîn daneşîna doza ku derbarê Temo de hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Temo, li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ji bo daneşînê hat amadekirin. Daneşînê bi xwendina doznameyê ya dozger dest pê kir. Piştre bi navbeynkariya werger Temo bi kurdî îfade da û diyar kir ku bi dilê xwe tevlî hêza bi rêxistina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye, çek bi kar naniye û di xebatên mirovî de cih girtiye.   PARÊZER XWEST KESÊN TEMO BINÇAV KIRINE BÊN DIYARKIRIN   Parêzera Temo Hîdayet Enmek jî diyar kir ku doznameyê negirtine, piştî ku doznameyê bigirin wê parastinê bikin. Enmek, pirsa kesên ku muwekîla wê girtine kî ne kir û ev tişt got: “Di dosyayê de ev cih nagirin. Ji OSO’yê kî muwekîla me girtiye ne diyar e. Dîsa ne diyare ku muwekîla me çawa birÎndar bûye. Vê derbarê agahî belgename tunene. Bi bî rengî dosya kêm e. Em daxwaz dikin ku serî li îfadeyên kesên ku muwekîla me binçavkirina bê dayîn.”   DADGEHÊ DAXWAZ RED KIR   Dadgehê, piştî navbereke kurt daxwazan red kir û bi hinceta ku sûcdariya li Tema sûcê katalogî ye biryara berdewama girtina wê da û daneşîn taloqî 28’ê tîrmehê kir.