Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê 2020-06-02 16:43:11   STENBOL - Parêzerên Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2, 22’ê gulana 2019 û 7,18’ê hezîrana 2019 û 7’ê tebaxa 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.