Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir 2020-06-02 18:38:58     STENBOL  – Rêxistinên Ciwanan xwest daxuyaniyekê bide, lê belê polîsan mudaxile kir. Di mudaxileyê de polîsan li gelek ciwanan da û gelek ciwan jî hatin binçavkirin.    Rêxistinên Ciwana, ji bo balê bikişîne ser şideta polîsan ku di demên dawî de pir zêde bûye, xwest li ber Kadikoy Boga Heykeliyê bi dirûşmeya "Tişta we ya asayî şideta polîsa ye" daxuyaniyekê bide. Lê belê polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kir. Di dema mudaxileyê de polîsan li gelek ciwanan da û gelek ciwan jî hatin binçavkirin. Ciwanên ku ketin kuçeyan dirûşmeya "Ji şideta polîsan re na" berz kirin.