ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-03 09:00:28 *Şaredariya Giyadînê ku tevî hemû astengî û texrîbata ku berê qeyûm çêkiribû, dîsa jî ji çandina daran bigire heya çalakiyên çandî û civakiyî gelek xebat kirine û her wiha di nêz de wê projeya rawestgeha jinê û li bazarê refên mor pêk bîne.  * Lêpirsîna ku bi îdiaya "Bi talîmata PKK'ê araziyên cemaweriyê kirine qada hêşîn, rêxistin sûdê ji şaredariyê digire" der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Berê Bekîr Kaya û endamên Komîsyona Îmarê de hatibû destpêkirin betal bû.    * Civaknas Engîn Sûstam, anî ziman ku êrîşên nîjadperest û îşkenceyên tên kirin ne bûyerine munferît in, berdewamiya "Peymana Tirkîtiyê" ne û got, li Tirkiyeyê nîjadperestî wekî sûc nayê hesibandin.    * Ç.B.'ya ku Beytar Hasan Bîlgîlî dest avêtiyê û bi gefên sûcdarên ku nehatine girtin re rû bi rû maye, destnîşan kir ku dê dev ji doza xwe bernede û pêdiviya wê bi piştgiriya jinan heye.    * Hevberdevkê DER-MEZ Amedê Mehmet Akbaş, destnîşan kir ku bi êrîşên li goristanan armanc bîra civakiyî ye. Akbaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dubendîbûn tê afrandin û got: "Êrîşa li goristanan jî perçeyek ji vê pêvajoyê ye."    * Mamoste Nîhat Kara ê piştî 23 salan bi KHK'ê hat îxrackirin pereyê xwe yê ku bankayê neda wî çû ji PTT’ê stend.    * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi boneya kuştina Bariş Çinar ê li muzîka Kurdî guhdar kir û hat kuştin şermezar bike dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Meclîsa Jinan a Şirnexê dê li kolana Hunerê ya Şirnexê çalakiya Zinrcîra Xemrî li dar bixin. (13.00)